Li Dirbêsiyê bîranîna 120 şehîdan

Bi sedan şêniyên navçeya Dirbêsiyê 120 şehîdên navçeyê yên di sal û cihên cuda de şehîd bûne, bi bir anîn.

Li Dirbêsiyê bîranîna 120 şehîdan
Li Dirbêsiyê bîranîna 120 şehîdan
Li Dirbêsiyê bîranîna 120 şehîdan
Li Dirbêsiyê bîranîna 120 şehîdan
Li Dirbêsiyê bîranîna 120 şehîdan
Li Dirbêsiyê bîranîna 120 şehîdan
Li Dirbêsiyê bîranîna 120 şehîdan
Li Dirbêsiyê bîranîna 120 şehîdan
31 ÇILE, 2024   14:42
HESEKÊ

Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Dirbêsiyê ya kantona Cizîrê ji bo bîranîna 120 şehîdên Hêzên Parastina Gel (HPG), Yekîneyên Jina Azad-Star (YJA-Starê), Yekîneyên Parastina Gel (YPG), Yekîneyên Parastina Jin (YPJ), Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Hêzên Xweparastinê yên di mehên Îlon, Cotmeh, Mijdar, Kanûn û Çileyê de di sal û cihên cuda de şehîd bûne, merasîmek li hola Navenda Çand û Hunerê ya navçeyê li dar xist. 

Di merasîmê de bi sedan şêniyên navçeyê, malbatên şehîdan, endamên saziyan, meclisan hazir bûn.

Di merasîmê de endama rêveberiya Meclisa Malbatên Şehîdan Zozan Gul axivî û tevahî şehîdên azadiyê bi bîr anîn û got: "Şehîdan ji me re rêya azadiyê û şoreşê ronî kir û bi saya wan îro em ji bo welêt li ber xwe didin."

Endamê Meclisa Leşkerî ya Amûdê Rohat Sîno axivî û soz da ku rêya şehîdan berdewam bikin û armancên wan pêk bînin.

Endamên Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) şaxê Dirbêsiyê Mihemed Gûtî Komploya Navneteweyî û tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û got: "Em ê li ser rêya şehîdan û rêgeza Rêber Abdullah Ocalan bimeşin û serkeftinê bi dest bixin."

Di dawiya merasîmê de sînevîzyonek têkildarî perspektîfên Rêber Abdullah Ocalan ên der barê şehîdan û fedakariyên wan de û wêneyên şehîdan hate pêşandan.

(şx)

ANHA