Şandeya YE’yê ya Tirkiyeyê DEM Partî ziyaret kir

Sefîrê Bilind ê Delegasyona Tirkiye ya Yekîtiya Awropayê Nîkolaûs Meyer-Landrût li Enqereyê hevdîtin bi Hevserokên DEM Partiyê re kir.

Şandeya YE’yê ya Tirkiyeyê DEM Partî ziyaret kir
31 ÇILE, 2024   14:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Sefîrê Bilind ê Delegasyona Tirkiye ya Yekîtiya Ewropayê Nîkolaûs Meyer-Landrût tevî şandeya pê re serdana Navenda Giştî ya DEM Partiyê kir.

Şandeya Yekîtiya Ewropayê ji aliyê Hevserokên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tûncer Bakirhan ve hate pêşwazîkirin.

Hate ragihandin ku di hevdîtinê de bûyerên dawî yên siyasî hatine nirxandin.