Jinên ji Serêkaniyê koçber bûne: Bêyî rizgarkirina axê veger nabe

Jinên ku ji bajarê Serêkaniyê yê dagirkirî koçber bûne, daxwaza vegera ewle bo malên xwe kir. Jinan got bêyî bidawîkirina hebûna artêşa dagirker a Tirk û çeteyên wê ew nikarin vegerin bajar û gundên xwe.

Jinên ji Serêkaniyê koçber bûne: Bêyî rizgarkirina axê veger nabe
18 cotmeh, 2025   04:05
QAMIŞLO
KELSÛMA ELÎ

Piştî ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di sala 2019`an de bajarê Serêkanyê dagir kir, bi sedan malbatên ku ji Serêkaniyê koçber bûne, li kampa Newroz a li Dêrikê, di şert û mercên jiyanê yên dijwar de dijîn. Koçberan daxwaza vegera ewle bo malên xwe kir.

Aliya El Xalid, yek ji jinên koçber ên ji Serêkaniyê got: "Em dixwazin vegerin malên xwe. Em 6 sal e di konan de dijîn. Em ê çi qas di vê rewşê de bimînin? Em ê kengî vegerin gund û bajarê xwe?”

Aliyayê wiha lê zêde kir: "Her çend pêdiviyên me yên jiyanê li vir peyda dibin jî, ew cihê mal, ax û bîranînên me yên li wir nagire. Veger ne tenê tê wateya cihekî ji bo jiyanê, lê jiyana me bi tevahî ji me hatiye standin. Ji bo ku em vegerin, divê tavilê dagirker werin derxistin."

Xewla Silêman Hesen a ji gundê El Erîşa yê Serêkaniyê jî diyar kir ku vegera wan girêdayî derxistina dagirkeran ji Serêkaniyê ye û got: "Em dixwazin rêyeke ewle ji bo vegerê peyda bikin. Em dixwazin malên xwe yên ku ji hêla dagirkeriya Tirk û çeteyên wê ve hatine hilweşandin ji nû ve ava bikin.”

Wadha Mihemed jî got: "Em ji dûrketina ji malên xwe westiyane. Çavên me ji bendêmayînê westiyane. Em ji bilî vegera ewle û birûmet tiştekî din naxwazin."

Kampa Newrozê ku li bakurê bajarê Dêrikê yê kantona Cizîrê ye, di sala 2014’an de ji bo malbatên ku ji ber êrişên çeteyên DAIŞ'ê ji Şengalê koçber bûbûn, hatiye avakirin. Îro, ew bûye stargehek ji bo bi hezaran malbatên ji Serêkaniyê û Girê Spî.

(k)

ANHA