Şêniyên Çilaxayê sedema derengmayîna projeyên xizmetguzariyê dipirsin

Şêniyên bajarê Çilaxayê ji şaredariya xwe dipirsin çima projeyên xizmetguzariyê yên îsal dereng mane. Şaredariyê jî diyar kir ku heyanî bi bi şîrketan re li hev kiriye, dereng mane.

Şêniyên Çilaxayê sedema derengmayîna projeyên xizmetguzariyê dipirsin
Şêniyên Çilaxayê sedema derengmayîna projeyên xizmetguzariyê dipirsin
Şêniyên Çilaxayê sedema derengmayîna projeyên xizmetguzariyê dipirsin
Şêniyên Çilaxayê sedema derengmayîna projeyên xizmetguzariyê dipirsin
Şêniyên Çilaxayê sedema derengmayîna projeyên xizmetguzariyê dipirsin
Şêniyên Çilaxayê sedema derengmayîna projeyên xizmetguzariyê dipirsin
Şêniyên Çilaxayê sedema derengmayîna projeyên xizmetguzariyê dipirsin
4 tîrmeh, 2026   05:38
QAMIŞLO
BESNA ŞEMO

Di destpêka demsala havînê de hin şaredariyên gel ên herêma Cizîrê dest bi pêkanîna projeyên xwe kir. Lê Şaredariya Çilaxayê hîna dest bi projeyên xwe nekiriye. Şaredariyê berê ragihandibû ku dê dest bi projeya sererastkirin û zîftkirina rê bike û şebekeyeke kanlîzasyonê ya 450 metre deyne. Şênî ji derengmayîna xebatên şaredariyê aciz bûne.

Dema ku em li taxên bajarê Çilaxayê geriyan, şêniyên taxa Selaheddîn ji ber rewşa xizmetguzariyê gazincên xwe kirin û got şaredariyê hîna dest bi danîna şebekeya kanalîzasyonê û çêkirina rêyan nekiriye.

Nûra El Salih pirs kir çima Şaredariya Çilaxayê dereng maye û wiha lê zêde kir: "Berî ku demsala havînê bi dawî bibe divê şaredarî dest bi kar bike. Taxa Selaheddîn yek ji taxên herî kevnar ên Çilaxayê ye, lê şebekeya wê ya kanalîzasyonê nîn e. Havînê bêhn tê, mêş derdikevin û mirov nexweş dikevin. Rêyên me jî hîna ax in û zivistanê em zehmetê dibînin. Me gelek caran daxwaza xwe ji şaredariyê re gotiye lê heyanî niha pirsgirêkên me yên xizmetguzariyê didomin. Ev bi salan e şêniyên Selaheddînê li bendê ne ku rêyan zîft bikin û şebekeya kanalîzasyonê deynin."

Şêniya bi navê Salwa Hesen jî bang li şaredariyê kir ku sedemên derengketinê rave bike û diyar kir ku zêdetirî nîvê salê ku ti xebat dest pê nekiriye.

Selwa diyar kir ku şêniyên taxên Selaheddîn ên kevin û nû bi salan e li benda asfaltkirina rêyan in. Wê her wiha da zanîn kir ku divê toreke kanalîzasyonê were çêkirin, ji ber ku şênî niha neçar in ku kortikên avê bikar bînin, ku dibe sedema belavbûna kêzikan û bêhnên nebaş.

Şaredarê Çilaxayê Fêsel Hesen jî got: "Budçeya şaredariyê ya sala 2026`an 230 hezar û 400 dolarê amerîkî ye. 2 projeyên me hene, em destpêkê rêya giştî ya ji deriyê bajar ê rojhilat heyanî deriyê bajar ê rojava zîft bikin. Dirêjahiya rê 2 hezar û 400 metre û firehiya wê 16 metre ye û em ê hinek rêyên dîtir jî sererast bikin. Projeya dîtir jî ya şebekeya kanalîzasyonê ye, dirêjiya wê 450 metre ye. Em ê xetekê bi dirêjiya 300 m li gundê Şebek deynin û 150 metre xetên kanalîzasyonê yên bajar ku ziyan dîtine, çêkin."

Hesen ji bo derengmayîn jî wiha got: "Heyanî me peyman bi Şîrketa Cûdî ya zîftkirina rêyan û berpirsên çêkirina şebekeyên kanalîzasyonê îmze kir, em dereng man. Şîrket piştî ku karê xwe li bajarê Girke Legê û Dêrikê bi dawî bike dê li Çilaxayê dest bi kar bike."

Ji bo daxwazên şêniyên taxa Selaheddînê Hesen wiha axivî: "Li hin deverên taxê em astengiyê dibînin, ji ber ku mal li nêzî geliyê bendava Çilaxayê lê kirine. Em nikarin li gorî plansaziyê şebekeya kanalîzasyonê deynin. Em nikarin hemû rêyên di taxê re derbas dibin zîft bikin, ji ber ku miqdara asfaltê tenê têra rêya giştî û rêyên xirabûyî dike."

(np)

ANHA