Hejmara kuştiyên di teqîna kafeya parêzeran li Şamê bû 10 kes

Hejmara kuştiyên di teqîna kafeya parêzeran li Şamê de gihîşt 10 kesan û 21 kesên din jî birîndar bûn.

Hejmara kuştiyên di teqîna kafeya parêzeran li Şamê bû 10 kes
3 tîrmeh, 2026   17:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Tenduristiyê ya hikûmeta demkî ya Sûriyeyê îro ragihand ku hejmara kuştiyên di teqîna li kafeya parêzeran (El Muşîriye) ya li nêzîkî Qesra Edaletê li Şamê gihîşt 10 kesan û 21 kesên din jî birîndar bûn.

Roja Pêncşemê êvarê di hundirê kafeya parêzeran de teqînek pêk hat, di encamê de gelek kes hatin kuştin û birîndar bûn.

Wezareta Karên Hundir diyar kir ku lêpirsînên destpêkê nîşan didin ku teqîn di encama teqîna teqemeniyeke bi dest  hatiye çêkirinkirin de pêk hat û da zanîn ku lêpirsîn berdewam dike.

(k)

ANHA