Karmendên Saziya Tûtinê mûçeyên xwe wernagirin

Karmendên Saziya Giştî ya Tûtinê ya Sûriyeyê ku ji destpêka îsal ve mûçeyên xwe wernegirtine, bi pirsgirêkên jiyanî re rû bi rû ne. Tevî vê yekê ji wan tê xwestin ku rojane kar bikin û deynên saziyê bidin.

Karmendên Saziya Tûtinê mûçeyên xwe wernagirin
4 tîrmeh, 2026   07:42
ŞAM

Zêdetirî 6 meh e karmendên Saziya Giştî ya Tûtinê ya Sûriyeyê bi hemû şaxên xwe (Perav, Bakur û Başûr) bi awayekî bi rêk û pêk mûçeyên xwe wernegirtine.

Karmendan da zanîn ku zêdetirî 10 hezar karmendên hemû şaxên saziyê rewşeke jiyanî ya zehmet derbas dikin ku nikarin heqê rojane ya çûn û hatinê peyda bikin, tevî vê yekê ji wan tê xwestin ku rojane bixebitin.

Karmendan diyar kir ku hin ji wan ji ber ku nikarin heqê çûn û hatinê bidin, neçar dimînin neçin kar, ji ber vê yekê hin ji wan ji kar hatine dûrxistin.

Karmendan diyar kir ku wan ji Kanûna 2025‘an ve mûçeyên xwe wernegirtine.

Li gor karmendan, ne Rêveberiya Saziya Giştî ya Tûtinê û ne jî aliyên têkildar der barê nedana mûçeyan de agahiyên zelal nedane. Lê li gorî agahiyên nefermî sedema nedana mûçeyan nebûna îmkanên darayî ye.

Karmendan her wiha destnîşan kir ku tevî ku mûçeyên wan bi rêk û pêk nadin wan, lê bank deynan ji mûçeyên wan qut dikin. Karmendan aşkera kir ku hin bankan agahî dane karmendan ku eger deynê xwe nedin dê tedbîr li dijî wan werin girtin.

Karmendan destnîşan kir ku nedama mûçeyan rewşa wan a jiyanî zehmet dike û got gelek karker deynan dikin da ku pêdiviyên xwe yên bingehîn peyda bikin û bal kişand ser zêdebûna buhayên kel û pelan.

Her wiha îşaret pê kirin ku lêçûna çûn û hatina ser kar barê wan bi taybet karkerên ji gundan tên, girantir dike.

Karmendan diyar kir ku rêveberiya saziyê der barê vê pirsgirêkê de tenê sozan dide û bihaneyan çêdike, lê tu çareseriyan pêşkêş nake.

Li gorî karmendan, pirsgirêk ne tenê derengxistina mûçeyan e, lê gefê li berdewama karê saziyê jî dixwe, nemaze ku zextên diravî zêde bûne û tu çareserî xuya nakin.

(bb)

ANHA