Şêniyên Çilaxayê: Azadiya Rêber Apo şertê aştî û demokrasiyê ye

Şêniyên Çilaxayê diyar kir ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan şertekî bingehîn e ji bo pêşvebirina pêvajoya aştiyê û da zanîn ku girtina wî di van şert û mercan de, rê li ber her çareseriyeke siyasî ya rastîn digire.

Şêniyên Çilaxayê: Azadiya Rêber Apo şertê aştî û demokrasiyê ye
27 gulan, 2026   02:35
QAMIŞLO
BESNA ŞEMO

Bertekên gel der barê siberoja pêvajoya aştiyê ya li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê de berdewam dikin. Şêniyên bajarê Çilaxayê ji ajansa me re axivîn.

Emşa Hisên der barê mijarê de got: "Di vê qonaxa hesas a herêmê de, em, wekî gel û jin, hewceyê Rêber Abdullah Ocalan û rêberiya wî ne, ku dikare rê li ber çareseriyên bingehîn ji bo pirsgirêkên ku gel û jinan veke.”

Emşayê diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan girtiyê siyasî ye, "mafê hêviyê", azadî û edaleta qanûnî" heye. Emşe got ku divê rewşa wî ya mirovî were nirxandin, bi taybetî ji ber şert û mercên girtîgehê yên ne guncaw, û got ku azadiya wî ya fîzîkî mafek rewa ye ku divê jê re were dayîn, û mafê jinan û gelê wî heye ku rêberê xwe di nav xwe de, azad bibînin.

Mihemed Şerqî jî diyar kir ku Tirkiye li pêşiya her hewldanek aştiyê û mijara azadiya Abdullah Ocalan asteng e ji ber ku ew li bendê ye ku bibîne ka rewş çawa pêşve diçe û gavên cidî ber bi aştî û bidawîkirina pevçûnê ve navêje.

Şerqî got armanca Tirkiyeyê ew e ku Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) bi zorê radest bike ji holê rake û wiha pê de çû: “Azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan û dayîna mafê hêviyê ku karibe rolek bi bandor di pêvajoya aştiyê de, bi azadî û bê zext pêk bîne. Ev yek di vê qonaxê de ji bo bidestxistina edalet, demokrasî û aştiyê li Tirkiyeyê pir girîng e.”

Fatma Mihemed jî got: “Azadiya Abdullah Ocalan mafekî rewa û bingehîn e ji bo bidestxistina edaletê, û divê ev maf jê re bê dayîn.”

Fatma ev lê zêde kir: “Tevî ku di şert û mercên herî dijwar de ye jî, lê Rêber Abdullah Ocalan bi Tirkiyeyê re ji bo aştî û bidawîkirina pevçûnê bi rêya naskirina destûrî û qanûnî ya mafên gelê Kurd dan û standinan dike.”

Fatmayê di dawiyê de got: "Azadiya Rêber Abdullah Ocalan û dayîna mafê hêviyê şertekî bingehîn e ji bo serkeftina pêvajoyê û bidestxistina edalet û demokrasiyê li Tirkiyeyê.”

(k)

ANHA