Nûnerên partiyên siyasî: Em tayînkirina kesên dûrî civakê qebûl nakin

Nûnerên partiyên siyasî diyar kir ku kesên ji hêla hikumeta demkî ve ji bo parlamentoyê hatine tayînkirin bi tu awayî nûnertiya gelan nakin û got ew tayînkirineke bi vî rengî qebûl nakin.

Nûnerên partiyên siyasî: Em tayînkirina kesên dûrî civakê qebûl nakin
27 gulan, 2026   07:20
QAMIŞLO
EBAS XELEF

Nûnerên partiyên siyasî diyarkirina endamên parlemantoyê yên hikumeta demkî (Meclisa Gel) şermezar kir û got divê hilbijartinên ku hemû netewe cihê xwe tê de bigirin li dar bikevin.

Piştî diyarkirina parlemantoyê ku hikumeta demkî pêk anî, bertek ji hêla partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivî û gelan ve hatin dayîn. Di vê derbarê de endamên partiyên siyasî li Tirbespiyê ji ANHA`yê re axivîn.

Endamê Partiya Çep a Kurd li Sûriyeyê Nesredîn Ebdê diyar kir ku hilbijartên ku hatine kirin bi tu awayî van qebûl nakin û jê re nabêjin hilbijartin, ev tayînkirinke bi serê xwe ye.

Ebdê destnîşan kir ew tayînkirina hin kesan ku ji hêla hikumeta demkî ve hatine diyarkirin, ne pê re ne. Ji mafê hemû neteweyan e û bi taybet Kurd di avakirina meclisê de ciyê xwe bigirin.

Rêveberê Partiya Yekitiya Suryan Edîb Şabo da zanîn ku ew wekî partî hilbijartinên ku li Hesekê hatine kirin şermezar dikin, hilbijartinên ku tu pêkhate beşdar nebûne.

Şabo bi bîr xist ku ew jî wek gelê Suryan ji mafê wan e ku bi zimanê xwe û çanda xwe bi aramî bijîn. Lê hikumeta demkî vê yekê pêk nayne, tevahî neteweyan dûrî biryaran dixe û di avakirineke meclisên wiha de bêyî ku pêkhateyan beşdar bike, bi xwe kesan tayîn dike.

Edîb Şabo di dawiyê de got: “Me jî wek gelê Suryan li kêleka pêkhateyên din ên li bakur û rojhilatê Sûriyeyê gelek şehîd dane da ku em bi aramî li ser vê xakê bijîn.”

Endamê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Hisên Omer got ew nikarin jê re bibêjin hilbijartin, ev berdewamiya siyaseta rejîma Baasê ye ku pêkhate paşguh dikirin û niha jî heman şêwan tê meşandin.

Omer di dewama gotinên xwe de destnîşan kir ku Meclisa Gel ji 210 nûneran pêk tê, lê serokê hikumeta demkî dê 70 kesan bi xwe tayîn bike û ev ne tayînkirineke demokratîk e.

Hisên Omer diyar kir ku gelê Kurd û hemû neteweyên din bi salan e têkoşîn û berxwedanê dikin, ew kesê ku hatine tayînkirin temsîliya gel nakin û got: “Em wek partî û şêniyên Tirbespiyê li dijî van tayînkirinan in, em hêvî dikin ku hilbijartinên li gor, nasnameya gelan werin kirin û em dev ji têkoşîn û berxwedana xwe bernadin hetanî ku Sûriyeyeke demokratîk were avakirin.”

ANHA