Şêniyên Çilaxa: Em dixwazin Rêber Abdullah Ocalan bibînin

Şêniyên bajarê Çilaxa daxwaza hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re kir û got: "Daxwaza me ya sereke pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye. Ji ber ku ew tenê dikare aştî û demokrasiyê li herêmê pêk bîne."

Şêniyên Çilaxa: Em dixwazin Rêber Abdullah Ocalan bibînin
15 îlon, 2025   05:09
QAMIŞLO

Şêniyên bajarê Çilaxa yê kantona Cizîrê daxwaza xwe ya hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan û  girêdana bi firkra wî ve, anîn ziman. Şêniyê bi navê Remezan El Hasûd got: "Em dixwazin Rêber Abdullah Ocalan di nav me de azad bibînin. Ji ber ku ew tenê dikare demokrasî û aştiyê li herêmê pêk bîne."

El Hasûd diyar kir ku "Felsefeya Rêbertî bingeha avakirina welatan bi ewlehî û aramî ye. Rêbertî bi rêya yekkirina gelan di bin sîwana projeya neteweya demokratîk, biratiya gelan û jiyana hevbeş ev felese pêşkêş kiriye."

El Hasûd destnîşan kir ku azadiya Rêber Apo ji bo çareserkirina krîzên herêmê grantiyek û got: "Azadiya Rêbertî azadiya hemû mirovahiyê ye. "

Şêniyê bi Elî Rehal El Wehş diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan ji bo azadiya gelan kedeke mezin daye. El Wehş got, "Em dixwazin pê re hevdîtinê bikin, ji ber ku ew parêzvanê rastîn ê aştî û demokrasiyê li Rojhilata Navîn û cîhanê ye."

El Wehş wiha pê de çû, "Banga wî ya dawî ya ji bo bidawîanîna şeran û pejirandina diyalogê, îspat dike ku ew dikare edalet û demokrasiya rastîn pêk bîne. "

El Wehş got, "Daxwaza me ya sereke ew e ku em azadiya wî ya fîzîkî bi dest bixin. Ji ber ku ew dikare bingehên aştî û demokrasiyê li herêm û cîhanê deyne."

Şêniya bi navê Hefîza Ehmed diyar kir ku azadiya wî ya kesane û azadiya jinan bi giştî bi ramanên Rêber Apo ve girêdayî ne.

Hefîza got, "Azadiya me bêyî azadiya wî temam nabe. Destkeftiyên ku îro em dijîn, bi taybet wek jin, deyndarê wî ne. Bêyî wî, me nedikarî ronahî bidîta û azadî nas kiriba. "

Hefîza di dawiya gotinên xwe de soza berdewamikirina têkoşîn û berxwedanê heta ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk were da.

(k)

ANHA