’Rakirina tecrîdê ji bo ewlehî û çareseriya siyasî gavek girîng e’

Lêkolînerê siyasî Dr. Şimês Mehfûd diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan sembola têkoşîna azadî û edaletê ye û got, rakirina tecrîdê gavek girîng ber bi avakirina bingehên aramî û çareseriyek siyasî li Rojhilata Navîn ve ye.

’Rakirina tecrîdê ji bo ewlehî û çareseriya siyasî gavek girîng e’
15 îlon, 2025   02:35
QAMIŞLO

Lêkolînerê siyasî Dr. Şimês Tamir Mehfûd anî ziman ku Rêber Abdullah Ocalan ne tenê sembola têkoşîna ji bo azadî û edaletê ye, di heman demê de hebûna wî ya rasterast a bîrdozî û ramanên wî di avakirina projeyek demokratîk a hevpar ji bo tevahî Sûriyeyan û mafên gelan ên diyarkirina çarenûsa xwe de lêvegereke bingehîn e.

Şimês Mehfûd ji ajansa me re axivî û diyar kir ku ragirtina Rêber Abdullah Ocalan li girtîgeha Îmraliyê ji sala 1999’an û vir ve, di şert û mercên tecrîdê de, her wiha bêparhiştina wî ji mafên yasayî û mirovî binpêkirineke aşkera ya mafên bingehîn e.

Mehfûd destnîşan kir ku hebûna Rêber Abdullah Ocalan li nava gelê xwe gaveke girîng ber bi pêkanîna aştî û aramiya herêmê ve ye û ev li gotinên xwe zêde kir "Ji civata navneteweyî, bi taybetî Neteweyên Yekbûyî, rêxistinên hiqûqî û mirovî tê xwestin ku tevilê zextê li dewleta Tirk bikin ji bo ku wî bi fîzîkî azad bike."

Mehfûd di dewama axaftina xwe de bal kişand ser tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û got, tecrîd li dijî qanûn û peymanên navneteweyî ye û da zanîn ku li gorî qanûnên navneteweyî tecrîda girankirî beşek ji îşkenceya derûnî ye.

Lêkolîner Mehfûd got, divê rêxistinên hiqûqî yên navneteweyî ji bo rakirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û parastina mafên wî wekî girtiyekî siyasî li gorî biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME), bi taybetî jî biryara sala 2014’an a serbestberdana wî, destwerdanê bikin.

Şimês Mehfûd mamosteyê qanûna navneteweyî ya giştî ye, nivîskar û lêkolînerekî stratejîk e jî. Di heman demê de rêveberê giştî yê Kombûna Nîştimanî ya Sivîl a Demokratîk  û endamê Hevbendiya Demokratîk a Sûriyeyê ye.

Şimês Tamir Mehfûd ê beşdarî kampanyaya "Ez dixwazim bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikim" bûye anî ziman ku rakirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan gaveke girîng ber bi sepandina bingehên aramî û çareseriya siyasî li Rojhilata Navîn ve ye.

(bb)

ANHA