Rêveberiya Xweser: Diyalog rêbaza tekane ya misogerkirina yekitiya Sûriyeyê ye

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê teqezî bi nirxên sereke wekî yekitiya Sûriyeyê û redkirina destwerdanên derve da û diyar kir ku diyaloga giştî rêbaza tekane ya misogerkirina yekitî û siberoja Sûriyeyê ye.

Rêveberiya Xweser: Diyalog rêbaza tekane ya misogerkirina yekitiya Sûriyeyê ye
14 îlon, 2025   20:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê teqezî bi yekitiya Sûriyeyê û redkirina hemû projeyên parçekirina axa Sûriyeyê da.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku peymana 10'ê Adarê û hevdîtinên piştî wê roleke mezin di avakirina zemîneke hevbeş ji bo diyalogan lîstin lê belê hîna ew hevdîtin neketine pratîkê û ev jî bêcidiyeta saziyên fermî yên Şamê nîşan dide.

Di berdewama daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku pênasekirina têgînên wekî hevbeşî, nenavendî û bangên lihevhatina nîştîmanî wekî hewldanên cudaxwaziyê bên binavkirin, tiştekî ji rastiyê dûr e û wiha hat gotin: "Axaftina li ser rêjeya niştecihan û veqetandina pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî gefê li nirxên jiyana hevbeş dixwe û rêbazeke şaş e."

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku hemû komîteyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo ku dest bi xebatên xwe bikin amade ne lê belê li benda Şamê ne ku demê diyar bike.

Her wiha, hat destnîşankirin ku Rêveberiya Xweser hewl dide deriyê sînorî yê Nisêbînê veke da ku bibe sedema aramiya dewletên derdorê û pêşxistina hevkariyê.

Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin ku çareseriya Sûriyeyê nabe biryara neteweyî ya 2254 derbas bike û hat teqezkirin ku diyaloga giştî rêbaza tekane ya misogerkirina yekitiya Sûriyeyê û pêşeroja wê û avakirina dewleta demokratîk, nenavendî û bi edalet e.

(mh/şx)