‘Heta dagirkeriya Tirk û çeteyên wê dernekevin em venagerin’

Koçberên ji Girê Spî destnîşan kir ku hêvî û xewna wan vegera ewle ya li warê xwe ye. Koçberan da zanîn ji dema bi darê zorê hatine koçberkirin, kêliyekê jî malên wan ji bîra wan neçûne û got “Heta dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê dernekevin, em venagerin.”

‘Heta dagirkeriya Tirk û çeteyên wê dernekevin em venagerin’
15 cotmeh, 2025   03:40
EYN ÎSA

Koçberên ji bajarê Girê Spî yên di kampa koçberan a li bakurê Reqayê de dimînin, diyar kir ku ji ber dagirkeriya dewleta Tirk û çeyên wê ew nikarin vegerin warê xwe.

Koçbera ji gundê El Şebe yê Girê Spî ya dagirkerî Emîna El Casim têkildarî mijarê got: “Xewna vegera li ser mal û milkên xwe tu carî ji hişmê me derneketiye. Ji 6 salan ve dema em bi darê zorê hatin koçberkirin û heta niha, ev hêviya me ye. Daxuyaniyên fermandarê QSD’ê em rehet kirine. Lê bêyî derketina dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê em tu carî venagerin.”

Koçberê bi navê Kamil Osman jî li ser mijarê ev tişt anî ziman: “Daxuyaniyên dawîn ên fermandar Mazlûm Ebdî û peymana 10’ê Adarê hêviyên me yên vegerê zindî kirine. Lê bi hebûna dewleta Tirk û çeteyên wê ya li ser xaka me, ne mimkun e vegera me pêk were.”

Fermandarê giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî di 11’ê Mijarê de tev li bernameya Ronahî TV’yê bû û rewşa siyasî û ewlekarî ya herêmê nirxand. Li ser vegera koçberan got hîna hin pirsgirêkên ewlehiyê hene, lê dem hatiye koçber bi ewle û rêxistinkirî vegerin û gotibû: “Di civînê de vegera koçberan hate nîqaşkirin. Dema vegera koçberan di rojên pêş de hatiye. Kar li ser vegera şêniyên me yên Efrînê tê kirin. Bila gelê me ji vegerê re amade be. Rewşa Girê Spî û Serêkaniyê jî di lîsteya bernameya xebatên me de ye. Kesên ji herêmên xwe hatine koçberkirin, hene. Em ji wan re misoger dikin ku dê vegerin ser mal û milkên xwe.”

Jina koçber a bi navê Cewher El Îsa jî der barê mijarê de got: “Bi hebûna dewleta Tirk û çeteyên wê çewa em ê bikarin bi ewlehiya xwe û zarokên xwe bawer bin? Heta dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li wir bin, em tu carî venagerin. Heke derkevin em ê vegerin warê xwe. Ev jî xwesteka me ye.”

Li kampa Girê Spî ya di 22’yê Mijdara 2019’an de hatiye vekirin, 7 hezar koçberên bi darê zorê hatine koçberkirin, hene û di rewşeke zehmet de dijîn.

(dc)

ANHA