Meclisa Jinan a Kongra Îslama Demokratîk: Êrişên li dijî zarokan sûcekî li dijî mirovahiyê ye

Meclisa Jinan a Kongra Îslama Demokratîk sûcên li dijî zarokan û qetilkirina Narîn Guranê û qanûna zewicandina zarokan a di parlamentoya Iraqê de hatiye pêşniyarkirin, şermezar kirin.

Meclisa Jinan a Kongra Îslama Demokratîk: Êrişên li dijî zarokan sûcekî li dijî mirovahiyê ye
10 îlon 2024   14:25
HESEKÊ

Meclisa Jinan a Îslama Demokratîk têkildarî qanûna li Iraqê zewicandina zarokan serbest dike û qanûnên din ên têkildarê mafên jinan, daxuyaniyek da. 

Endama meclisê Heyat El Etiye daxuyanî li pêşiya Navenda Îslama Demokratîk a li taxa Mişêrfe ya bajarê Hesekê bi beşdariya endamên meclisê xwend.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di şer û aştiyê de divê zarok ji encamên wê bên bidûrxistin û hate destnîşankirin ku hedefgirtina zarokatan sûcekî li dijî mirovahiyê ye ku divê ji aliyên sûcdar hesab were pirsîn û were cezakirin.

Di daxuyaniyê de îşaret bi lihevkirina 4`an a Cinevê ya têkildarî parastina sivîlan, ragihandin û lihevkirina mafên zarokan û peymanên din ên têkildarî parastina zarokan ên navneteweyî hate kirin ku tundiya li ser zarokan red dikin û banga parastina wan dikin.

Di daxuyaniyê de sûcê li dijî zaroka bi navê Narîn Guran ê li Bakurê Kurdistanê, qanûna li parlamentoya Iraqê ya têkildarî zewicandina zarokan hatin bibîrxistin û qanûn bi sûcekî li dijî zarokatiyê û bêgunehiya zarokan hate binavkirin.

Di daxuyaniyê de sûcên li dijî zarokan hatin şermezarkirin û bang li rêxistinên hiqûqî û mirovî, çalakgeran hate kirin ku li dijî mîna van kiryaran û sûcan bisekinin û zarokan biparêzin.

(şx)

ANHA