Droneke biçek li gundekî Şera da

Droneke biçek a dewleta Tirk a dagirker li gundê Tinibê yê bajarokê Şera yê kantona Efrîn û Şehba da. Di encamê de zarokek û leşkerekî Şamê birîndar bûn. Di heman demê de dagirkeran gundê Aqîbê û daristana Soxanekê yên bajarokê Şêrawayî topbaran dikin.

Droneke biçek li gundekî Şera da
17 îlon, 2024   20:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Tinib ê bajarê Şera yê kantona Efrîn û Şehbayê bi balafireke bêmirov a biçek bombebaran kir. Di encamê de zarokek û leşkerekî hikumeta Şamê birîndar bûye.

Nûçegihanên me diyar kirin ku zarokê birîndar li nexweşxaneya Avrîn hate dermankirin lê dûre ew rakirine nexweşxaneyên Helebê.

Di heman demê de artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Aqîbê û daristana Soxanekê yên bajarokê Şêrawayê topbaran dikin.

(fr)

ANHA