Karker bi saetan li benda kar dimînin

Li Qamişloyê zêdetirî 200 karker li Çerxerêya Şehîd Yûsif Gulo kom dibin û li bendê dimînin ku karekî ji xwe re peyda bikin.

Karker bi saetan li benda kar dimînin
Karker bi saetan li benda kar dimînin
Karker bi saetan li benda kar dimînin
Karker bi saetan li benda kar dimînin
11 tebax, 2026   06:25
QAMIŞlO
MIHEMED NÛRÎ ELO

Her roj di saetên sibehê de bi sedan karker li derdora Çerxerêya Şehîd Yûsif Gulo ya bajarê Qamişlo kom dibin û li bendê dimînin ku wê rojê karekî ji xwe re peyda bikin û debara jiyana xwe pê bikin.

Luqman Îbrahîm Mihemed got: "Em her roj li bendê ne ku karekî peyda bikin û bixebitin. Karê em dikin gelekî zehmet e û me diwestîne lê pere kêm didin me û têra me rojekê nake. Em roja ku bixebitin tenê 50 hezar lîreyî digirin. Jixwe karker her roj kar peyda nakin û hefteyê dibe ku tenê 3 rojan bixebitin."

Mihemed anî ziman ku di nava karkeran de xwediyên pîşeyên mîna çandinî û elektrîkê hene lê kar peyda nakin û li ser karê rojane debara jiyana xwe dikin.

Mensûr El Necim jî got: "Ji ber bihabûna kel û pelan êdî zehmet bûye em debara jiyana xwe bikin. Her roj kar nîn e û hejmara me zêde ye. Min beşa arkeolojî û muzeyan bi dawî kiriye lê ez niha bê kar im. Gelek karker bê kar in û her roj nikarin kar peyda bikin. Ji ber hejmara me zêde ye xwediyên karan sûd ji vê yekê digirin û pere kêm didin me. Li bajêr xebata lêkirinê zêde bûye lê dîsa jî kar ji karkeran re nehatiye peydakirin. Ez hêvî ji aliyên têkildar dikim ku pirsgirêka bêkariyê çareser bikin."

(np)

ANHA