Senatorekî Amerîkayê daxwaza hesabpirsînê ji sûcdarên komkujiyên Helebê kir

Serokê Komîteya Têkiliyên Derve ya Senatoya Amerîkayê banga hesabpirsînê ji sûcdarên komkujiyên li Helebê kir û ji hikumeta demkî xwest ku mafên welatiyan biparêze ne bin pê bike.

Senatorekî Amerîkayê daxwaza hesabpirsînê ji sûcdarên komkujiyên Helebê kir
13 ÇILE, 2026   22:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Komîteya Têkiliyên Derve ya Senatoyê, Jim Risch di posteke xwe ya li ser Xˊê de têkildarî kiryarên "hêzên çekdar" ên hikûmeta demkî li Helebê di hefteya borî de fikarên xwe yên kûr anîn ziman.

Risch bang li hikumeta demkî kir ku her kesê ev binpêkirin kirine hesab jê bixwaze û destnîşan kir ku piştî salên şer tiştê dikeve ser milê hikumeta demkî û hêzên wê yên çekdar mafên bingehîn ên welatiyan biparêzin ne bin pê bikin.

(fr)