Li Siwêdayê jinek û bavê wê hatin qetilkirin

Li sûka bajarê Şehba yê Siwêdayê jinek û bavê wê hatin qetilkirin.

Li Siwêdayê jinek û bavê wê hatin qetilkirin
23 cotmeh, 2025   16:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Jina bi navê Fatin Şafai Hemza ya 20 salî û bavê wê, li sûka bajarê Şehba yê Siwêdayê di encama gulebaranê de hatin qetilkirin.

Li gorî malpera Siwêda 24 ku agahiyên xwe dispêre fermandariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn, hêzên ewlekariyê kesê bi navê Sair Tehteh (hevserê berê yê Fatinê) ku êriş pêk aniye, destgîr kiriye.

Hêzên ewlekariyê der barê bûyerê de lêkolînê didomînin.

(bb)