Senartorên DYA’yê li dijî êrişên dewleta Tirk pêşnûmeqanûnek pêşkêşî Kongreyê kir

2 senatorên DYA’yê têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêşnûmeqanûnek pêşkêşî Kongreyê kir.

Senartorên DYA’yê li dijî êrişên dewleta Tirk pêşnûmeqanûnek pêşkêşî Kongreyê kir
21 kanûn, 2024   10:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewam dikin û tevî bangên agirbestê yên QSD û DYA’yê jî dewleta Tirk êrişan nasekinîne.

DYA piştî rûxandina rejîma Beşar Esed, ji bo agirbesteke mayînde ya li dijî êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê, di nava hewldana de ye.

Senatorekî Partiya Komarparêz û senatorekî Partiya Demokrat ên DYA’yê, pêşnûmeqanûnek pêşkêşî Kongreyê kir da ku ji ber êrişên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ceza li dewleta Tirkiyeyê bên sepandin. Komarparêz Lindsey Graham ku yek ji xwediyên pêşnûmeyê ye, bi nêzîkbûna xwe ya ji bo Trump tê naskirin.

Senatorê Demokrat Chris Van Hollen jî di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê X’ê de diyar kir ku wî tevî Lindsey Graham pêşnûme pêşkêşî Kongreyê kiriye ku li ser Tirkiyeyê ceza bên sepandin.

Van Hollen di daxuyaniyê de got: “Êrişên hêzên ku Tirkiye piştgiriyê dide wan li dijî hevkarên me yên Kurd ên Sûriyeyê, ewlehiya herêmê û xebatên ji bo pêşîgirtina li vejîna DAIŞ’ê qels dike. Îro min û senator Graham pêşnûmeqanûnek ku li ser Tirkiyeyê ceza bên ferzkirin, da. Ger agirbestê û herêmeke bêçek qebûl neke, divê em vê bixin meriyete.”

Van Hollen di berdewama axaftina xwe de got: “Em Sûriyeyeke yekgirtî, berfireh û biîstiqrar ji bo hemû gelên Sûriyeyê dixwazin. Ji bo bidestxistina vê armancê pêwîst e em piştgiriyê bidin hevkarên xwe yên Kurd ên Sûriyeyê.”