‘Sempozyuma Firat û Reng ji bo xurtkirina çanda hevbeş û aştiyê roleke xwe ya mezin heye’

Hevserokê Komîteya Çand û Şûnwaran a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk ya kantona Reqayê got "2`yemîn Sempozyuma Firat û Reng di xurtkirina çanda hevbeş, hezkirin û aştiyê roleke mezin dilîze. Armanca wê, pêşxistina tevgera şêwekariyê ye."

‘Sempozyuma Firat û Reng ji bo xurtkirina çanda hevbeş û aştiyê roleke xwe ya mezin heye’
21 kanûn, 2023   04:35
REQA
MIHEMED XELÎL

2`yemîn ‘Sempozyuma Firat û Reng’ li Reqayê bi beşdariya 30 hunermendan ji deverên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didome. 

Têkildarî girîngiya sempozyumê, hevserokê Komîteya Çand û Şûnwaran a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk ya kantona Reqayê ya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a kantona Reqayê Hesen Mistefa got: "Sempozyum diyardeyeke hunerî ya şêwekariyê ya taybet bi Reqayê ye. Sempozyuma yekemîn jî li Reqayê sala borî li dar ket.”

Mistefa wiha domand: "Armanca lidarxistina sempozyumê pêşxistina tevgera şêwekariyê bi rêya parvekirina tecrubeyên şêwekaran e."

Her wiha Mistefa got: "Cara yekê li Reqayê ew qas hunermend ji herêmên cuda yên kantonên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tên ba hev.”

Mistefa hêvî kir ku sempozyum bibe modelek ku li kantonên din li dar bikeve û wiha pê de çû: “Lidarxistina sempozyumên wiha, dê roleke mezin di pêşxistina hunera şêwekariyê de û di avakirina çandeke civakî de ku em hewl didin ava bikin; çanda jiyana hevbeş, hezkirin, aştiyê bilîze. Bi rêya komkirina wan hunermendan di cihekî tijî hezkirin li ser beravên Firatê de."

(şx)

ANHA