′Hevpeymana Civakî misogeriya mafên pêkhateyan e′

Berpirsê Partiya Yekitiya Suryanî ya şaxê Tirbespiyê Corc Yûsif destnîşan kir ku Hevpeymana Civakî ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk misogeriya mafên hemû pêkhateyan e û Rêveberiya Xweser nexşeya çareseriyê ji bo Sûriye û Rojhilata Navîn e.

′Hevpeymana Civakî misogeriya mafên pêkhateyan e′
21 kanûn, 2023   03:42
QAMIŞLO
EBAS XELEF

Meclisa Gelan a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 12y'ê Kanûna 2023'yan de Hevpeymana Civakî ya nû bi 134 madeyan erê kir.

Der barê hevpeymanê, naverok û girîngiya wê de berpirsê Partiya Yekitiya Suryanî ya şaxê Tirbespiyê Corc Yûsif ji ajansa me re destnîşan kir ku Hevpeymana Civakî ya berê û ya niha yên Rêveberiya Xweser berhema lihevkirina di navbera pêkhate û partiyên siyasî de ye, yên ku şerê hêzên tarî wek DAIŞ'ê kirine.

Yûsif got: "Em bi hemû pêkhateyên xwe civiyan û me li ser damezirandina Rêveberiya Xweser bi armanca parastina mafên pêkhateyên herêmê û destkeftiyên şoreşê erê kir û me hêzeke leşkerî ku her kes tê de beşdar e ava kir û wê hêzê ji bo şêniyên herêmê şer kir û hîn jî şer dike, her wiha me hebûneke siyasî bi navê Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) damezirand."

Der barê Hevpeymana Civakî de Yûsif got: "Damezirandina Rêveberiya Xweser, hêzên leşkerî û yên siyasî qonaxa yekemîn bû û sazkirina Hevpeymana Civakî ku mafên hemû beşdarên projeya demokratîk parast in û li Rojhilata Navîn bû nimûne, qonaxa duyemîn bû."

Yûsif diyar kir ku Hevpeymana Civakî ya nû bi bend û madeyên xwe dikare krîzên Rojhilata Navîn çareser bike, ji ber ku tê de hemû gel û pêkhate li ser bingeha parastina mafan û misogeriya aştiya herêmê, kom dibin.

Di madeya 6'an a benda yekemîn a Hevpeymana Civakî de hatiye destnîşankirin ku hemû zimanên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di hemû qadên jiyanê de wekhev in û ji mafên hemû gelan e zimanê xwe yê zikmakî bi kar bîne .

 Madeya 7'an jî zimanên Kurdî, Erebî û Suryanî wek zimanên fermî yên herêmên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk diyar kirine.

Yûsif di dawiya axaftina xwe de piştrast kir ku pêwîstiya erdnîgariya Sûriyeyê bi çareserkirina krîzê heye û ew jî bi projeya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Rêveberiya Xweser û hevpeymana wê ya civakî pêkan dibe.

(mh)

ANHA