Hejmara kuştiyên êrişa Îsraîlê li ser Helebê bû 52 leşker

Di encama êrişên Îsraîlê yên ji destpêka Îsalê de 114 leşkerî hatine kuştin û 47 jî birîndar bûne.

Hejmara kuştiyên êrişa Îsraîlê li ser Helebê bû 52 leşker
30 adar, 2024   20:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), di encama êrişa asîmanî ya Îsraîlê ya li ser nuqteyên nêzî Balafirgeha Navneteweyî ya Helebê de bilind bû. Her wiha 42 endam; 38 leşkerên hêzên Şamê, 7 endamên Hizbullah a Lubnanê û 7 ji komên alîgirên Îranê yên sûriyeyî, hatin kuştin.

Îsraîlê depoyên moşekan ên Hizbullah a Lubnanê ku li nêzî navenda perwerdê li herêma Cibrînê ya li nêzî Balafirgeha Navneteweyî ya Helebê ye, bombebaran kirin, her wiha Îsraîlê baregehên parastinê yên li Sifîrê bombebaran kirin.

SOHRˊê ji destpêka îsal ve 28 caran xaka Sûriyeyê hedef girtiye, ji wan 20 asîmanî û 8 bejahî ne. Di encama wan derbeyan de 56 nuqte hatin hedefgirtin; depoyên çekan, cebilxaneû navend û alav.

Di encama wan derbeyan de 114 leşkerî hatin kuştin û 47 kes birîndar bûn.

(fr)