Sema Yuce li Dirbêsiyê hat bibîranîn

Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan bi çalakiyek şehîd Sema Yuce bi bîr anî.

Sema Yuce li Dirbêsiyê hat bibîranîn
Sema Yuce li Dirbêsiyê hat bibîranîn
Sema Yuce li Dirbêsiyê hat bibîranîn
19 hezîran, 2026   22:31
HESEKÊ

Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan li Dirbêsiyê bi boneya salvegera şehadeta Sema Yuce li navenda Ciwanên Şoreşger, bi amadebûna endamên ciwanan û jinên ciwan çalakiya bibîranînê li dar xist.

Di çalakiyê de peyama şehîd Sema Yuce hat xwendin.

Sema Yuce di 1971ˊê de li herêma Agirî hatiye dinê, Zanista Civakî xwendiye, di 1991ˊê de tev li tevgera azadiyê bûye, piştî çalakiya xwe ya rêxistinî hat girtin, cezaya 22 salî lê hate birîn.

Di 21ˊê Adara 1998ˊan de, li girtîgeha Çenakelê li dijî siyasetên qirkirin û înkdarê agir berda canê xwe, di 17ˊê Hezîrana heman salê de ji ber birîna xwe şehîd bû.

Beşdarên çalakiyê diyar kir ku Sema Yuce sembola berxwedana û vîna azad ava kir, têkoşîna xwe, ji bo nifşên ciwan jêdera îlhamê ye.

(fr)