ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 20-06-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 20-06-2026
20 hezîran, 2026   02:00

- Rewşenbîrên ji bajarê Girkê Legê diyar kir ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kilîta aştî û çareseriya demokratîk e. BI WÊNE Û DÎMEN

- 3 sal di ser hedefgirtina seyareya 2 jinên pêşeng ên Kurd Rîhan Amûdê û Yusra Derwêş re derbas dibe ku bi destê dewleta Tirk pêk hat. Rîhan û Yusra bi sekn û hêza xwe jiyaneke ku rê nîşanî civaka xwe dida borand, malbat û hevrêyên wan li ser şopa wan dimeşin. BI WÊNE Û DÎMEN

- Hejmara nû ya kovara ‘Afaq El Maraa’ bi mijara "Entegrasyona Demokratîk" derket. Kovar bi naverok û şêweyeke nû wek kovarek civakî û çandî dê bigihêje ber destê xwendevanan. BI WÊNE Û DÎMEN

- Kemîl Karat pîşeya temîrkirina saetan ji 50 salan ve ji pêşiyên xwe wergirtiye û kurekî xwe jî fêr kiriye. BI WÊNE Û DÎMEN

- Şampiyona Kişikê ya li Navenda Çand û Hunerê ya Til Temirê dewam dike, saet 11.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

-Yekitiya Wênekêşên Fotografiyê ya Sûriyeyê, li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya Qamişloyê Mîhrîcana 2ˊyemîn a Wêneya Fotografiyê organîze dike, saet 12.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

- Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişloyê li Pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan merasîma 8 şehîdan li dar dixe, saet 18.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

-Yekitiya Rewşenbîrên Cizîrê û Şepêla Çaksazî ya Sûriyeyê bi sernavê "Peymana 29ˊê Çileyê ber bi ku ve" li Parka Xwendinê ya Qamişloyê semînerekê dide, saet 19.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

- Bi boneya bibîranîna salvegera 3ˊyemîn a şehadeta Leyman Şiwêş û Yusra Derwêş, merasîma bibîranînê li Pakrewangeha Şehîd Îsmaîl a bajarê Amûdê tê lidarxistin, saet 19.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN