Akademîsyenê misirî: Banga Ocalan xwendineke rast a geşedanên herêmî û navneteweyî ye

Pisporê lêkolînên siyasî Dr. Midhet Hemad got banga Rêber Abdullah Ocalan însiyatîfeke girîng e ku di encama lêhûrbûneke siyasî û ramyarî de li gorî guhertinên li herêmê û cîhanê pêk hatiye. Her wiha got ev bang dê bi stratejiyeke nû berjewendiyên Kurdan pêk bîne.

Akademîsyenê misirî: Banga Ocalan xwendineke rast a geşedanên herêmî û navneteweyî ye
2 adar, 2025   02:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Bertekên erênî yên hêz û kesayetên ji cîhanê yên der barê banga Rêber Abdullah Ocalan de dewam dikin.

Lêkolînerê xebatên Îranê û Asyayê yê li Zanîngeha Tanta ya Misirê û serokê Navenda El Farabî ya Lêkolînên Siyasî û Pêşketinê Dr. Midhet Hemad têkildarî mijarê got: “Daxuyaniya Abdullah Ocalan gelekî girîng e, ji ber ku lêvegereke nû ya siyasî, ramyarî, îdeolojîk û heta neteweyî jî diyar dike. Her wiha diyar dike ku wî hemû rewşên cîhanî û herêmê bi lêhûrbûnê xwendine û nirxandine.”

Hemad bal kişand ser wê yekê ku ew ji banga Rêber Abdullah Ocalan fên dikin ku “di navbera Ocalan û dewleta Tirk de diyalogeke kûr û dirêj heye, ev tê wê wateyê ku yekitiya Kurd û Tirkan di sedsala nû ya komarê de bûye mijarek pêwîst, ji bo parastina her du neteweyan” û got: “Bi dîtina min, ger Abdullah Ocalan sozên ji bo vekirina rêyên jiyana demokratîk û aştiyane lê pêşiya Kurdan ji Tirkan negirtibana ev daxuyanî nedida. Ev tiştekî girîng e ku di peyv û rêzikên nameya Ocalan de diyar dibin.”

STRATEJIYEKE NÛ

Midhet Hemad destnîşan kir ku ev mijar stratejiyeke nû ya Rêber Abdullah Ocalan derdixe holê û wiha axivî: “Abdullah Ocalan ji aliyekî ve tiştên paşperdeyê xwendine û dizane dê siberoja doza kurdî çawa be, ji aliyekî din ve belkî wî hin planên rojavayî bi taybetî yên Amerîkayê jî dîtine ku dibe ev plan di salên bê de li dijî berjwendiyên stratejîk ên Kurdan û Tirkan bin, wekî berdewama plana li Sûriyeyê. Ev jî mijareke pir tirsnak e.”

XWENDINEKE RAST A DÎMENA HERÊMÎ Û NAVNETEWEYÎ

Midhet Hemad di dawiya axaftina xwe de got Rêber Abdullah Ocalan rewşên li herêmê û yên navneteweyî dinirixîne û wiha lê zêde kir: “Abdullah Ocalan dixwaze siberoja doza Kurd rizgar bike, berevajî hin rêxistinên din ên siyasî, wekî Îxwan El Muslimîn ku ew qas bêaqil bû bi piraniya sîstem û dewletên ku Îxwan lê hene, kete arîşeyê, wekî çawa li Misirê çêbû. Dema ku Îxwan El Muslimîn ket pêşberî Misirê û rewş baş nenirxand, projeya wan a li Misir û piraniya dewletên Ereban têk çû. Abdullah Ocalan li vir dîmen baş xwend û çarenûsa Îxwn El Muslimîn jî baş xwend û xwest hebûna doza Kurd heta sed salên din biparêze.”

(k)

ANHA