Şehîdên Kobanê li Tebqayê hatin bibîranîn

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê û Yekitiya Jinên Ciwan a kantona Tebqayê, endamên tevgerê şehîd Welîd Menal, Murhef Îbrahîm û Mesûd Îbrahîm û endamên Yekitiya Jinên Ciwan Viyan Kobanê, Nûjiyan Ocalan û Rojbîn El Îsa bi bîr anîn.

Şehîdên Kobanê li Tebqayê hatin bibîranîn
Şehîdên Kobanê li Tebqayê hatin bibîranîn
Şehîdên Kobanê li Tebqayê hatin bibîranîn
Şehîdên Kobanê li Tebqayê hatin bibîranîn
Şehîdên Kobanê li Tebqayê hatin bibîranîn
Şehîdên Kobanê li Tebqayê hatin bibîranîn
Şehîdên Kobanê li Tebqayê hatin bibîranîn
25 kanûn, 2023   18:41
TEBQA

Çalakiya bîranînê li Goristana Şehîdan a kantona Kobanê li dar ket. Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê, Yekitiya Jinên Ciwan û malbatên şehîdan tev li merasîmê bûn. 

Di merasîmê de şehîdên tevgera ciwanan û yekitiya jinên ciwan ên di êrişa dewleta Tirk a dagirker li dijî navenda ciwanan li Kobanê de di 25`ê Kanûna 2021`an de şehîd bûne, hatin bibîranîn.

Di destpêka merasîmê de sînevizyonek têkildarî jiyana şehîdan û têkoşîna wan hate weşandin.

Endamê Rêveberiya Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê Diya El Dîn axivî û got: "Em sersaxî didin malbatên şehîdên bombebarana dewleta Tirk a dagirker û soz da ku rêya wan temam bikin heta ku welêt ji dagirkeriya Tirk rizgar bikin.

Di dawiyê de ciwanan mûm li ber wêneyên şehîdan pêxistin.

(şx)

ANHA