Li Şehbayê şehîdên Ciwanên şoreşger hatin bibîranîn

Endamên Yekitiya Jinên Ciwan Viyan Kobanê, Nûjiyan Ocalan, Rojîn Ehmed Îsa û endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê Welîd Mihemed Menal, Murhef Xelîl Îbrahîm û Mesûd Îbrahîm di salvegera duyemîn a şehadeta xwe de bi merasîmekê hatin bibîranîn.

Li Şehbayê şehîdên Ciwanên şoreşger hatin bibîranîn
Li Şehbayê şehîdên Ciwanên şoreşger hatin bibîranîn
Li Şehbayê şehîdên Ciwanên şoreşger hatin bibîranîn
Li Şehbayê şehîdên Ciwanên şoreşger hatin bibîranîn
Li Şehbayê şehîdên Ciwanên şoreşger hatin bibîranîn
Li Şehbayê şehîdên Ciwanên şoreşger hatin bibîranîn
Li Şehbayê şehîdên Ciwanên şoreşger hatin bibîranîn
25 kanûn, 2023   18:54
ŞEHBA

Endamên Yekitiya Ciwanan Viyan Kobanê, Nûjiyan Ocalan û Rojîn Ehmed Îsa û endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê Welîd Mihemed Menal, Murhef Xelîl Îbrahîm û Mesûd Îbrahîm 25’ê kanûna 2021 li konabê di êrişa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker li Kobanê de şehîd bibûn.

 Bi boneya salvegera duyemîn a şehadeta wan Tevgera Ciwanên Şoreşger a kantona Efrîn û Şehba bi merasîmekê li pêkrewana şehîdên Berxwedana Serdemê ya gundê Ehrezê hatin bîranîn.

Di merasîmê de Endama Yekitiya Jinên Ciwan a kantona Efrîn û Şehbayê Zeyneb Îbrahim axivî û soza domandina rêya şehîdan da.

Zeyneb Îbrahîm di berdewama axaftina xwe de diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker ji hêza jin û ciwanan ditirse, ji ber vê dike hedef û got: " Heta kesayetên weke Viyan û Nûjiyan hebin em ê her bi ser bikevin.

Zeyneb di dawiye de soza domandina rêya wan da û wiha got: “Heta dilopa dawî xwînê xwe em ê li ser xeta şehîdên xwe berxwedan û têkoşînê bikin ji bilî wê tu rêyên me tune ne. "

Di dawiyê de li ser gora pêkrewanan mûm hate vêxistin.

ANHA