Nûnerê Rêveberiya Xweser û cîgirê serokkomarê Ugandayê hevdîtin kir

Nûnerê Rêveberiya Xweser ê  li Afrîkaya Bakur ku beşdarî Kongreya Meclisa Ciwanên Erebî û Afrîkyayî bûye, bi cîgirê serokkomarê Ugandayê re hevdîtin kir.

Nûnerê Rêveberiya Xweser û cîgirê serokkomarê Ugandayê hevdîtin kir
8 cotmeh, 2025   13:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yê li Afrîkyaya Bakur  Hikmet Îbrahîm ku ji aliyê hikumeta komara Ugandayê ve hat vexwendin, beşdarî Kongreya Meclisa Ciwanên Erebî û Afrîkyayî bûye. Kongre hemwextî pîrozbahiyên Roja Serxwebûnê ya Ugandayê dewam dike.

Di navbera kongreyê de Hikmet Îbrahîm û cîgirê serokkomarê Ugandayê Edward Squard hevdîtin kir.  Di hevdîtinê de rewşa Sûriyeyê û ya herêmî gotûbêj kirin. Her wiha rola ciwanan di avakirina welat û pêkanîna yekitî û pêşxistinê de vegotin.

Îbrahîm destnîşan kir ku Rêveberiya Xweser hewl dide bi beşdariya tevahiya Sûriyeyan modeleke demokratîk li Sûriyeyê ava bike.

Kongreya Meclisa Ciwanên Erebî û Afrîkyayî  ku bi serokatiya serokkomarê Ugandayê Yuri Kagota Musevê û tevkariya Wezareta Ciwanan û Kar û Barên Zarokan a Ugandayê hatiye organîzekirin, 6’ê Cotmehê li paytexta Uganda Kampalayê dest pê kir.

Kongreya  bi dirûşma "Bihêzkirina dengên ciwanan ji bo aştî, yekitî û pêşxistinê" dewam dike wê 10’ê Cotmehê bi dawî bibe. Ji Ugandayê 2 hezar û ji welatên erebî û yên Afrîkyayê zêdetirî hezar û 500 ciwan beşdarî kongreyê bûn.

(bb)