Kevana Zêrîn şehîd Sakîna Cansiz û hevalên wê bi bîr anîn

Tevgera Kevana Zêrîn a Çanda Jinan li Hesekê şehîd Sakîna Cansiz û hevalên wê bi bîr anîn.

Kevana Zêrîn şehîd Sakîna Cansiz û hevalên wê bi bîr anîn
Kevana Zêrîn şehîd Sakîna Cansiz û hevalên wê bi bîr anîn
Kevana Zêrîn şehîd Sakîna Cansiz û hevalên wê bi bîr anîn
Kevana Zêrîn şehîd Sakîna Cansiz û hevalên wê bi bîr anîn
10 ÇILE, 2024   15:13
HESEKÊ

Tevgera Kevana Zêrîn a Çanda Jinan li Hesekê ji bo bîranîna şehîdên Komkujiya Parîsê ya yekemîn; Sara (Sakîna Cansiz), Rojbîn (Fîdan Dogan) û Ronahî (Leyla Şaylemez) merasîmek li hola Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a li taxa Kebabe ya Hesekê li dar xist. 

Bi dehan jin tev li merasîmê bûn. Di merasîmê de endama tevgerê Şerde Osman axivî û got: "Dewleta Tirk a dagirker ji bo ku me ji azadiyê dûr bixe û em kole bimînin, ev komkujî pêk anî. Lê em vê desthilatê qebûl nakin û dê şopdarên rêya azadiyê bin. Divê desthilata Fransayê hesab ji sûcdaran bipirse."

Dûre sînevîzyonek têkildarî jiyana şehîd Sakîna Cansiz hate pêşandan û mûm li ber wêneyên şehîdan hatin vêxistin.

(şx)

ANHA