Şehîdên Helincê dê bi çalakiyan werin bibîranîn
Ji bo bîranîna her sê jinên şoreşger ên endamên Kongra Star Zehra Berkel, Emîne Weysî û Hebûn Mele Xelîl ku 23'yê Hezîrana 2020'î di êrişa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker a li gundê Helincê yê Kobanê de şehîd bûne, dê çalakî werin lidarxistin.

Dewleta Tirk a dagirker 23’yê Hezîrana 2020’î bi balafieke bêmirov a biçek li gundê Helincê yê Kobanê komkujiyek pêk anî û rêveberên Kongra Star Zehra Berkel û Hebûn Mele Xelîl û Emîne Weysî şehîd kirin.
Rêxistina Kongra Star a Kantona Firatê bi boneya salvegera 5’emîn a komkujiyê bernameyek aşkera kir. Li gorî bernameyê, beriya 23’yê Hezîranê dê dar li cihê komkujiyê werin çandin.
23’yê Hezîranê saet di 10.00’an de dê civînek li Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido were lidarxistin. Di heman rojê de saet di 19.00’an de dê mûm li cihê komkujiyê werin pêxistin.
Ji bo bîranîna şehîdên komkujiyê û şehîd Zîlan (Zeyneb Kinacî) 30`ê Hezîranê saet di 18.00’an de dê mîtîngek li Qada Şehîd Egîd were lidarxistin.
(sş/bb)
ANHA