Şehîdên Hefteya Lehengiyê li gelek deverên herêmê hatin bibîranîn

Li kantona Firatê, bajarê Hesekê, navçeya Til Temir, navçeya Şedadê û Holê bi boneya bîranîna şehîdên Hefteya Lehengiyê çalakî hatin lidarxistin.

28 adar, 2024   20:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gelek herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakiyên bîranîna şehîdên Hefteya Lehengiyê hatin lidarxistin.

KOBANÊ

Meclisa Malbatên Şehîdan û Tevgera Ciwanên Şoreşger a kantona Firatê şehîdên ˊHefteya Lehengiyêˊ û Fermandar Egîd li Navenda Çand û Hunera Baqî Xido hatin bibîranîn û civînek li dar xist.

Di civînê de endamê Desteya Tenduristiyê  Mihemed Azad şehîdên Hefteya Lehengiyê bi bîr anîn û got;" Em şehîdên Hefteya Lehengiyê bi bi bîr tînin û bejna xwe bi rêzdarî li hember wan ditewînin. Di vê meha qehrematiyê de her kes dizane ku lehengiya herî mezin di dîroka şoreşa azadiyê de hate kirin."

Piştre mûm hatin pêxistin û sînevîzyonek li ser berxwedêrên şehîdên Hefteya Lehengiyên hat pêşandan.

Di dawiyê de koma girêdayî Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido stranên gotin.

KANTONA CIZÎRÊ

Li kantona Cizîrê meclisên kantonê li bajarê Hesekê, Til Temir, Şedadê û Holê bi boneya Hefteya Lehengiyê civîn li dar xistin. Her sal civîn ji 21 heta 28'ê Adarê didomin. Di civînan de girseya gel, hêz û partiyên siyasî, tevgerên jinan û rûspiyên eşîrên Erebî beşdar bûn.

Li bajarê Hesekê civîn li hola Reşo li dar ket. Endamê rêveber ê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Kawa Dilovan berxwedana têkoşer Mazlûm Dogan û Mahsûm Korkmaz silav kir û destnîşan kir ku wan bi berxwedana xwe nîşan dan ku dewletên zordest nikarin îradeya gelan têk bibin.

Li navçeya Şedadê civîn li hola meclisê li dar ket. Şêwirmendê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Cizîrê Şiyar Mihemed diyar kir ku berxwedan ne tenê li qada cengê ye, lê belê divê di oxira welat û sekna li dijî tevahî şêweyên gef û êrişan de amadekarî werin kirin.

Mihemed wiha domand: "Berxwedana pêşengên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) hiştin her kes qedrê fedakariya wan a ji bo welat bizanin."

Li navçeya Til Temirê ya kantona Cizîrê civîneke girseyî li hola Meclisa Malbatên Şehîdan li dar ket. Endamê rêveber ê meclisa navçeyê Nûhat Kobanê got: "Dewleta Tirk hewl da şoreşa Mazlûm Dogan bi dawî bike lê belê bi saya baweriya pêkhateyên herêmê bi fikrê neteweya demokratîk û biratiya gelan, ew negihîşt armanca xwe."

Fermandarê Meclisa Xabûr a Aşûrî Nebîl Werda wiha axivî: "Em tev li hember dijminên herêmê di yek eniyê de ne û di bin alekê de ne, ew jî ala Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) e."

Werda bang li pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir ku ji fîtneyan hişyar bin û ji bo qonaxa bê, hevgirtinê pêk bînin.

Li navçeya Holê civîn li hola civînan li dar ket. Hevserokê PYD'ê ya navçeyê Emar Mûsa li ser berxwedana zîndana Amedê ya Bakurê Kurdistanê bi kurtî axivî.

Mûsa diyar kir ku faşîzma Tirk li zîndanan rêbazên derexlaqî pêk dianî, ku ew jî bû destpêka şoreşeke mezin piştî ku têkoşerên tevgera azadiya Kurdistanê dîwarê tirsê hilweşand.

Piştre dîmen li ser berxwedan û şoreşa zîndanan hat pêşandan.

(fr)