Li Eyn Îsayê komkujî: 8 sivîl şehîd bûn

Dewleta Tirk a dagirker li dijî malbateke li bajarê Eyn Îsayê yê Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê komkujiyek pêk anî, di encamê de 8 sivîl şehîd bûn.

Li Eyn Îsayê komkujî: 8 sivîl şehîd bûn
10 kanûn, 2024   17:03
EYN ÎSA

Dewleta Tirk a dagirker vê sibehê bi balafirên bêmirov gundê Sefiya yê gundewarê rojavayê Eyn Îsayê komkujiyek pêk anî. 

Nûçegihanê me hin wêne 8 cenazeyên sivîlan ên ji heman malbatê bi dest xistin.

Navên 8 sivîl şehîd bûne wiha ne: Xelîl Silêman, Wedah Silêman, Mihemed El Abo, Ebdulkerîm El Abo, Delal Silêman, Nadiya Silêman, 2 zarok bi navên Casim Silêman û Husam Silêman.

Duh jî dewleta Tirk a dagirker li gundê Musterîha yê girêdayî Eyn Îsayê komkujiyek pêk anî, di encamê de di nav de zarok 12 sivîl şehîd bûn.

(fr)

ANHA