Şehîda çalakiya Basilê Jiyana Cûdî li Şehbayê hat oxirkirin

Koçberên Efrîn û şêniyên Şehbayê cenazeya şervana HRE`yê Jiyan Cûdî li Pakrewangeha Şehîd Zozan Amanos oxir kir.

31 cotmeh, 2024   17:23
ŞEHBA

Meclisa Malbata Şehîdan a kantona Efrîn û Şehbayê şehîda Hêza Rizgariya Efrînê (HRE) Jiyan Cûdî li Pakrewangeha Şehîd Zozan Amanos oxir kir.

Jiyan Cûdî (Bêrîvan Demircî) di 30` ê Çileya 2024` an de tevî 4 hevalên xwe Cûdî Reşo, Cûdî Gebar, Çîçek Kobanê û Dilşêr Serêkaiyê, di çalakiya Basilê de gihişt asta şehdatê.

Şehîd Cûdî Gebar û Cûdî Reşo di 21` Nîsana 2024` an de li Goristana Şehîdîn Berxwedana Serdemê li Şehbayê hatin oxirkirin.

Her wiha şehîd Dilşêr Serêkaniyê jî di 22` Nîsana 2024` an de  li kantona Reqa li goristana şehîdan a gundê Hikumiyê yê bakurê Reqayê hate oxirkirin.

Şehîd Çîçek Kobanê jî di 21` Nîsana 2024` an de  li Pakrewangeha Şehîd Dicle ya Kobanê hate oxirkirin.

Îro jî cenazeya şehîd Jiyan Cûdî piştî 10 mehan gihaşt Şehbayê û hat oxirkirin.

Cenazeya şehîd Jiyan Cûdî ji Nexweşxaneya Avrîn hate wergirtin û bi meşê ber bi Pakrewangeha Şehîd Zozan Amanos ve hat birêkirin. Koçberên Efrînê û şêniyên Şehbayê weneyên şehîdên Basilê û ala HRE`yê hildan.

Piştî girse gihişt pakrewangehê li wir endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Efrîn û Şehba Ehemed Mûsa axivî.

'HÊZA ME Û HEBÛNA ME HER`YÊ YE'

Ehmed diyar kir ku dewleta Tirk ji destpêkê ve hewl dide gelê Kurd tune bike. Dijmin ewqas li ser axa Kurdistanê şer kir, lê nekarîn îradeya gelê Kurd û şervanên azadiyê têk bibin.

Mûsa wiha got: "Hêz û hebûna me HREˋyê ye. Heya ku şevanên azadiyê û HREˋyê hebin em ê karibin bi ewle li ser xaka Kurdistanê bijîn. Dagirkerî nikare xaka me dagir bike, xaka dagir kirine jî em ê rizgar bikin. Em li Şehbayê li ber xwe bidin. Çi dibe bila bile êrişên dewleta Tirk vîna me naşikînin."

Endama Kongra Star a kanton Efrîn û Şehba Leyla Îbiş di şexsê şehîd Jiyan de tevahî şehîdên doza azadiyê bi bîranîn.

Leyla destnîşan kir ku şehîd Jiyan ji bo rêya jinan bû ronahî. Siyaseta li ser gelê Kurd tê meşand ji bo qirkirina kurdan e. Lê bi saya şehîdan, şervanên azadiyê  û şervanên HRE`yê gelê Kurd û Kurdistanê tên parastin.

'SOZA ME TOLHILDAN E'

Fermandara Hêza Rizgariya Efrîn Dilbirîn Mehmûd axivî û got: "Jiyan ji Botanê ye. Daxwaza wê azadiya gelê xwe bû. Dewleta Tirk a dagirker a ku hewl died gelê Kurd tune bike, rastî berxwedan û têkoşîna gelê kurd tê. Em soz didin ku em tola hemû hevalên xwe hilînin. Em ê bi fikir û felsefeya Rêber Apo têkoşîn bikin û li hember dijmin bisekinin. Soza me ji bo şehîdên me her tim tolhildan e."

Dilbirîn wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Em soz didin Jiyan, Cûdî, Çîçek û Dilşeran ku em tola wan hilînin û xeta wan bişopînin."

Piştre nasnameya şehîd Jiyan Cûdî hate xwendin û radestî Meclisa Malbatên Şehîdan hat kirin.

Cenazeya şehîd bi silogana "Şehîd Namirin" hate oxirkirin.

(zş/fr)

ANHA