Rêveberiya Xweser: Berxwedana Kobanê bû mîraseke şoreşgerî

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê destnîşan kir ku şêniyên Kobanê, şervanên YPG û YPJ'ê berxwedaneke lehengî raber kir, bingeha mîrasa dîrokî ava kir û vê berxwedanê berhemeke şoreşgerî ya bêhempa ji bo birêvebirina civakê û berxwedana wê di oxira rizgarî û rûmetê de pêk anî.

Rêveberiya Xweser: Berxwedana Kobanê bû mîraseke şoreşgerî
31 cotmeh, 2024   17:56
NAVENDA NÛÇEYAN

1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê ye, bi vê boneyê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyaniyek nivîskî da.

Daxuyanî wiha ye:

"Di 2014'an de çeteyên DAIŞ'ê û hevkarên wê li dijî bajarê Kobanê êrişeke hovane bi armanca têkbirina berxwedana şêniyên bajêr pêk anî. Her wiha di êrişa li ser Kobanê de projeya biratiya gelan û Rêveberiya Xweser hat hedefgirtin.

Şêniyên Kobanê, Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) berxwedaneke lehengî da meşandin û bingeha mîrasa dîrokî danî. Vê berxwedanê berhemeke şoreşgerî ya taybet ji bo birêvebirinacivakê û têkoşîna wê ya di oxira rizgarî û rûmetê de pêk anî. Vê berxwedanê hêza rêxistina terorîst û hevkarên wê şikand û xewna avakirina mîrnişîna tundrawiyê li herêmê têk bir. Vê berxwedanê bi awayekî yekser parastina herêmê û cîhanê kir û nehişt terror bi pêş bikeve, her wiha projeya tundrawiyê ku gef li herêmê, cîhan û mirovahiyê dixwar têk bir.

Di berxwedanê de kesayetên înternasyonalîst û Kurdistanî piştgirî da. Ragihandina roja 1'ê Mijdarê wekî Roja Kobanê ya Cîhanê bû rêyeke dîrokî ya destekdayîna berxwedana gelan li dijî tundrawî ye. Her wiha bajarê Kobanê bû semboleke nîştimanî hemû alî û pêkhate kirin yek. Ev roj bi saya vê destekdayînê bû nîşana îsrara civakan a hevgirtin û berxwedanê.

Bi boneya vê rojê, em berxwedana Kobanê bi bîr tînin, gelê xwe silav dikin û şehîdên xwe yên leheng û destekdayîna cîhanê bi bîr tînin. Em di her sale de spasiya kesên piştgirî dane vê berxwedanê, dikin. Em teqez dikin ku mîrasa Kobanê û berxwedana wê ya dîrokî dê bibin rêya serkeftin û rizgariyê û li ser wê mîrasê herêmên dagirkirî werin rizgarkirin.

Em ji gelê xwe re diyar dikin ku em ê li ser şopa berxwedan û têkoşînê bimeşin û bi rêya mîrasa gelê xwe yê di vî alî de em ê serkeftinê bi dest bixin û deverên xwe yên dagirkirî rizgar bikin. Em bang li civata navneteweyî ya ku di vê berxwedanê de roleke erênî lîst dikin ku destwerdana li destkeftiyên gelê me rawestîne û piştgiriya Tirkiyeyê ji terorê re bi rêya êrişên wê bi dawî bikin. Her wiha em bang li gelê xwe dikin ku ji bo pêkanîna hewldanên bidawîkirina şaneyên tundraw hevgirtî bin û li pişt hêzên xwe yên leşkerî bin.

Em bi hêvî ne ku ev roj "Roja Kobanê ya Cîhanê" ji bo bidawîkirina komkujî û êrişên Tirkiyeyê li dijî Herêma Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bibe daxwazekî rojane."

(mh/fr)