Encamnameya civîna MSD`ê hat eşkerekirin

MSD'ê di civîna xwe ya nirxandina geşedanên li herêmê de peyama, “Ji bo bidawîkirina parçebûnê û avakirina Sûriyeya yekgirtî em amade ne bi hemû hêzên nîştîmanî yên dilsoz re hevkariyê bikin” da.

Encamnameya civîna MSD`ê hat eşkerekirin
Encamnameya civîna MSD`ê hat eşkerekirin
Encamnameya civîna MSD`ê hat eşkerekirin
Encamnameya civîna MSD`ê hat eşkerekirin
Encamnameya civîna MSD`ê hat eşkerekirin
Encamnameya civîna MSD`ê hat eşkerekirin
14 îlon, 2025   23:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Civîna berfireh a Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) ku bi armanca nirxandina geşedanên li herêmê û diyarkirina polîtîkaya meclisê ya têkildarî vê pêvajoyê hat lidarxistin, bi dawî bû.

Piştî nîqaş, nirxandin û pêşniyaran, encamnameya civînê ji aliyê Hevserokê MSD'ê Mehmûd Mislet ve hat xwendin.

Di encamnameyê de hat diyarkirin ku qonaxa piştî ketina rejîma berê ezmûneke rastîn a avakirina dewleteke demokratîk û bi edalet bû.

Hat destnîşankirin ku MSD'ê aliyekî sereke yê sazkirina pêşeroja Sûriyeya nû ye.

Hat diyarkirin ku beşdaran piştgirî ji peymana 10'ê Adarê re nîşan da û wan tecrûbeya Rêveberiya Xweser wekî nimûneya serkeftî ya rêveberiya hevbeş û nenavendiyê pênase kir û fedakariya şehîdên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) jî silav kir.

Hat gotin ku divê Sûriye nebe qada şerên herêmî û girîngî bi biryara neteweyî ya 2254 hat dayîn. Girêdayî wê hat destnîşankirin ku MSD'ê bi çareseriya siyasî ya giştî ve û bi pêkanîna edaleta veguhêz ve girêdayî.

Her wiha, di daxuyaniyê de hat gotin ku beşdaran teqez kir ku danezana destûrî tu carî ne li gorî îradeya tevahiya gelê Sûriyeyê bû û divê dosyayên strarejîk wekî yên peymanên ewlekariyê û yên sînor û nêzîkatiya ji hêzên rejîma berê bi awayekî yekalî neyên çareserkirin, berovajî wê divê ew dosya bi awayekî hevbeş ku tê de hemû pêkhate cihê xwe bigirin û di bin çavdêriya navneteweyî de werin çareserkirin.

Di berdewama daxuyaniyê de beşdaran teqezî bi wê yekê da ku binpêkirinên li dijî gelê Sûriyeyê bi taybetî li beravê û Siwêdayê birînên niştîmanî yên kûr dane çêkirin û divê sûcdarên wan bi rêya saziyên dadgeriyê yên niştîmanî û serbixwe werin darizandin.

Di daxuyaniyê de her wiha hat gotin ku divê serweriya Sûriyeyê were parastin û hemû dosyayên niştîmanî bi awayekî hevneş werin çareserkirin.

Di daxuyaniyê de bal li ser wê yekê hat kişandin ku divê diyalogeke niştîmanî were çêkirin ku tê de hemû hêzên siyasî, civakî û sivîl beşdar bibin û desthilatî ji hev werin veqetandin, her wiha saziyêm serbixwe ji bo ku çavdêriyê li hilbijartinan bikin, mafên mirovan biparêzin û vegera koçberan misoger bikin û pirsgirêka Kurd çareser bikin, werin avakirin. Girêdayî wê hat destnîşankirin ku divê pêkhateya Suryanî ya Aşûrî jî wekî pêkhateya resen a Sûriyê were dîtin û mafên wê werin misogerkirin.

Di aliyê rêxistinî de di civînê de belgeyên siyasî, rêzikname û nexşerêya ji bo xebata qonaxa bê hatin nîqaşkirin.

Di dawiya daxuyaniyê de hat diyarkirin ku beşdaran bang li hemû aliyan kir ku pêşî li provakasyonan bigirin û wiha hat gotin: "Sûriye êdî venagere serdema zordariyê lê belê ew ê êdî bibe dewleta pirrengî, hevbeşî û demokrasiyê. Her wiha beşdaran amadebûna xwe ji bo ku bi aliyên niştîmanî re hevkariyê bikin, dawiyê li parçebûnê bînin û Sûriyeya demokratîk a pirreng û nenavendî ava bikin, ragihand."

(mh)

ANHA