Şehîd Zehra li Hesekê hat oxirkirin

Beşdarên merasîma oxirkirina cenazeyê Endama Hêzên Ewlekariya Hundirîn Şehîd Zehra bal kişandin ser rola jina têkoşer a derketina li beramberî astengiyan.

Şehîd Zehra li Hesekê hat oxirkirin
Şehîd Zehra li Hesekê hat oxirkirin
Şehîd Zehra li Hesekê hat oxirkirin
Şehîd Zehra li Hesekê hat oxirkirin
Şehîd Zehra li Hesekê hat oxirkirin
Şehîd Zehra li Hesekê hat oxirkirin
Şehîd Zehra li Hesekê hat oxirkirin
17 cotmeh, 2026   13:17
HESEKÊ

Bi dehan şêniyên bajarê Hesekê û endamên saziyên sivîl, cenazeyê Endama Hêzên Ewlekariya Hundirîn Şehîd Zehra Xelef Şêx Ehmed a ku di 12`ê Cotmehê (2026) di dema ser erka xwe bû şehîd bûye oxir kir. 

Merasîma oxirkirinê li Pekrewangeha Şehîd Dijwar a li gundê El Dawidiyê ya li gundewarê Hesekê bi amadebûna endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn pêk hat.

Merasîmê bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir, paşê Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Meryem Hisên axivî û got: “Kesayeta şehîd Zehra temsîla hemû şehîdên azadî û rûmetê dike, Zehra bi kar û xebatê xwe ewlehî û aştî li herêmên xwe ji bo şêniyan pêşkêş kir, heta dawiyê em ê li pey şopa wê bin.”

Endama Rêveberiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn Mana Elî jî wiha anî ziman: “Jina têkoşer bi îradeya xwe ya azad, hêz û berxwedana xwe ya li hemberî hemû astengiyan hêza xwe da nîşandan. Jinan hebûna xwe ya di nava refên Hêzên Ewlekariya Hundirîn de isbat kir û berdêl dan.”

Merasîma oxirkirinê bi xwendina wesîqeya şehadetê ya şehîd Zehra û radestkirina wê ji bo malbatê bi dawî bû.

Cenazeyê Şehîd Zehra Xelef Şêx Ehmed li Pekrewangeha Şehîd Dijwar spartin axê.

(sb)

ANHA