Li Quneytra û Derayê tevgerkirina hêzên Îsraîlê

Dewriyeke hêzên Îsraîl derbasî herêma Wadî El Reqad a gundewarên rojavayê Derayê bû û dron pêre li ser herêmê digeriya.

Li Quneytra û Derayê tevgerkirina hêzên Îsraîlê
17 cotmeh, 2026   14:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Du wesayitên dewriyeke leşkerî ya hêzên Îsraîlê îro ketin herêma Wadî El Reqad a gundewarên rojavayê Derayê bi wan re dron li ser herêmê digeriya.

Her wiha dewriyeke dîtir a hêzên Îsraîlê ku ji 6 wesayetên leşkerî pêk dihat derbasî gundê El Işa ya gundewarên başûrê Quneytrayê bû û bendeke kontrolê danî.

Di heman demê de karwanek ji 10 wesayetên hêzên Neteweyên Yekbûyî (NY) pêk dihat li ser rêya Eyn Zikir-Nafia ber bi gundên rojavayê Derayê yên li ser sînor ve çû.

ANHA`ê di raporeke xwe de destnîşan kiribû ku ji destpêka meha cotmehê heyanî niha hêzên Îsraîl 87 caran bi ser gundên başûrê Sûriyeyê ve girtiye û bombebaran kiriye.

(np)

ANHA