Şehîd Tolhildan, Vejîn, Bîşeng û Sara hetin bibîranîn

Yekitiya Jinên Ciwan a kantona Firatê şehîd Tolhildan, Vejîn, Bîşeng û Sara di salvegera şehadetên xwe yên yekemîn de hatin bibîranîn.

25 tîrmeh, 2024   22:09
KOBANÊ

Bi dehan endamên Yekitiya Jinên Ciwan, endamên Meclisa Malbatên Şehîdan û dayikên şehîdan beşdarî merasîma bîranîna şehîd Tolhildan, Vejîn, Bîşeng û Sara bûn.

Şehîd Bîşeng Birûsk (Rojda Bîlen) û şehîd Sara Hogir Riha (Gulsun Silgir) di 28’ê Tîrmeha 2023’yan de di encama êrişên dewleta Tirk a dagirker de li Herêma Parastinê yên Medyayê şehîd bûbûn, her wiha şehîd Vejîn Jiyan (Hîcran Ecûz) di 7'ê Tebaxa 2023`an de di encama qezayekê de li Hesekê şehîd bûbû, şehîd Tolhildan Qendîl (Barzan Hesen Zade) di 17’ê Îlona 2023’yan de li herêma Pênciwên di encama êrişa hewayî ya rejîma Tirk a dagirker û faşîst de, şehîd bû.

Yekitiya Jinên Ciwan merasîma bîranîna şehîdan li hola Meclisa Malbatên Şehîdan li dar xist.

Endama rêveber a Kongra Star a Kantona Firatê Cîhan Mihemed sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û soza şopandina xeta şehîdan da û got: "Em li ser şopa şehîdan xwe ne. Em çiqasî li ser jiyana şehîdan biaxivin têra têkoşîna ku wan kiriye nake. Ji ber ku şehîdên me hebûna me ne, em ê her tim ji bo têkoşîna ku şehîdan daye meşandin li ber xwe bidin. Şehîd Bîşeng, Tolhildan, Vejîn û Sara berxwedaneke bêhempa dan meşandin. Bi saya şehîdan êdî çavên tevahî dunyayê li ser me vekirî ye." 

Piştî axaftinê mûm ji bo bîranîna şehîdan hatin pêxistin û sînevîzyonek li ser têkoşîna her çar şehîdan hat pêşkêşkirin.

Merasîma bîranînê bi dirûşma" Şehîd Namrin" û " Bê Serok Jiyan Nabe" bi dawî bû.

(sş)

ANHA