Agir bi zeviyên rojavayê Çilaxa ket

Agir bi zeviyên li çerxerêya gundê Sînan ê rojavayê bajarê ÇIlaxayê ket.

Agir bi zeviyên rojavayê Çilaxa ket
29 gulan, 2024   11:25
QAMIŞLO

Komîteyên rewşên awarte û erebeyên agirkujiyê yên bajarên Çilaxa, Girkê Legê û Tirbespiyê berê xwe dan cihê şewatê ku li çerxerêya gundê Sînan ê rojavayê bajarê Çilaxayê ye ji bo ku şewatê vemrînin.

Nûçegihana me heta niha nekarî agahiyên dîtir der barê zirarên şewatê de bi dest bixe ji ber ku heta niha agir vêketî ye û ji ber bayê bilez belav dibe.

(şx)

ANHA