Şehîd Salih Muslim û şehîdên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê li Kanadayê hatin bibîranîn

Şehîd Salih Muslim û şehîdên berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê li bajarê Toronto yê Kanadayê jî hatin bibîranîn.

Şehîd Salih Muslim û şehîdên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê li Kanadayê hatin bibîranîn
16 adar, 2026   15:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Bîranîn, ji aliyê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Kanadayê ve hate organîzekirin, gelek Kurdistanî beşdar bûn û bi hestiyariyeke mezin derbas bû.

Qisekeran jiyana Salih Muslim weke ‘’sembola ruhê piştevaniya ku ji Rojava dest pê kiriye û belav bûye hemû Kurdistanê’’ pênase kirin. Hate diyarkirin ku Salih Muslim şopdarê xeteke ku xwe bexşandiye îradeya jiyana hevpar a gelan, edalet û lêgerîna azadiyê bû.

Di merasîmê de kurê Salih Muslim, Şervan Muslim ê  ku di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de şehîd bûbû û şehîdên berxwedana taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê jî hatin bibîranîn. Di axaftinan de hate îfadekirin ku fedakariya van berxwedêran nîşaneya herî bi hêz e ku gelê Kurd li çar perçeyan jî bi heman hêviyê dijî.

Nûnerên Navenda Kurd a Demokratîk, diyar kirin ku têkoşîna Salih Muslim di bîra hevpar a gelê Kurd de mayînde bûye û ev yek anîn ziman: ‘’Hevrêyê me Salih Muslim jî tevlî karwanê şehîdên Kurdistanê bû. Em soz didin ku em ê doza wan mezin bikin û wan tu carî ji bîr nakin.’’

Hevserokê KNK’ê yê Torontoyê jî bîranîneke xwe ya li gel malbata Muslim parve kir û ev yek bû sedem ku li eywanê kêliyên gelekî hestiyar rû bidin.

Merasîm, li gel pêşkêşkirineke sînevîzyoneke têkildarî jiyan û têkoşîna Salih Muslim, Şervan Muslim şehîdên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi dawî bû.

 Tevahiya rojê Kurdistaniyan seredana xwe domand; qada bîranînê  veguherî piştevanî û hesta yekîtiyeke xurt.