Li Hesekê kargeha "Sarince" ya yekemîn a zeyta zeytûnan

Di vê dawiyê de kargeha "Sarince" ya zeyta zeytûnan li Hesekê hat vekirin. Ev kargeh ji bo aboriya xwecihî ya Hesekê gaveke pir girîng e.

Li Hesekê kargeha "Sarince" ya yekemîn a zeyta zeytûnan
Li Hesekê kargeha "Sarince" ya yekemîn a zeyta zeytûnan
Li Hesekê kargeha "Sarince" ya yekemîn a zeyta zeytûnan
Li Hesekê kargeha "Sarince" ya yekemîn a zeyta zeytûnan
Li Hesekê kargeha "Sarince" ya yekemîn a zeyta zeytûnan
Li Hesekê kargeha "Sarince" ya yekemîn a zeyta zeytûnan
Li Hesekê kargeha "Sarince" ya yekemîn a zeyta zeytûnan
Li Hesekê kargeha "Sarince" ya yekemîn a zeyta zeytûnan
Li Hesekê kargeha "Sarince" ya yekemîn a zeyta zeytûnan
6 sibat, 2025   06:40
HESEKÊ
HENAR ÎBRAHÎM-ZEYNEB ŞÊXO

Digel krîza Sûriyeyê ya ku 14 salan dewam kir û hilweşîna rewşa aborî bi gişt, girîngî bi geşkirina berhemdana xwecihî ji bo dabînkirina pêdiviyên herêmê hat dayîn. Da ku piştî xwe nedin madeyên derve û aboriya herêmê were xurtkirin. Li kêlek wê jî berhemdana xwecihî di peydakirina derfetên xwe û qûta malbatan de xwedî roleke girîng e.

Di vê çarçoveyê de, vê dawiyê kargeha "Sarince" ya zeyta zeytûnan li gundewarê bajarê Hesekê hat vekirin ku kargeha yekemîn li bajêr e. Wê kargeh berhema xwecihî geş bike û pêdiviyên şêniyan bi bihayeke guncaw dabîn bike.

Xwediyê kargeha "Sarince" Cemşîd Deqorî diyar kir ku armanc ji vekirina kargehê ew e ku barê xelkê bajêr û gundewarê wî sivik bikin, ji ber ku wan berê xwe dida herêmên din  ku zeytê xwe derxin. Ji wê zêdetir ew teşwîqî çandina darên zeytûnê dibin."

Deqorî diyar kir ku vekirina kargehê derfetên kar ji şêniyên herêmê re dabîn dike û wiha domand: "Karkerên di kargehê de ji şêniyên herêmê ne û zêdetirî 25 kes dixebitin. Lê di sala destpêkê de zêdetirî 6 hezar malbatan sûd ji kargehê wergirt."

Berhema rojane ya kargehê 70 ton e, lê ji ber kêmbûna mewsima herêmê, berhema rojane digihîne nêzî 20 tonan.

Deqorî diyar kir ku ev berhema heyî wê pêdiviyên şêniyan ên zeytê bi bihayekî guncaw dabîn bike.

Di dawiyê de Cemşîd Deqorî anî ziman ku li gorî krîza aborî ya heye, kiriya toneke zeytûn 65 dolar e.

Ji bo aboriya xwecihî ya Hesekê vekirina kargeha "Sarince" gaveke pir girîng e.

(fr)

ANHA