Şehîd Mehmûd Ebdullah Hisên li Dêrikê hate oxirkirin

Di merasîma oxirkirina şervanê Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd Mehmûd Ebdullah Hisên de, bi sedan şêniyên Dêrikê teqezî bi berdewamkirina têkoşînê kir.

20 kanûn, 2023   15:44
QAMIŞLO

Bi sedan şêniyên kantona Cizîrê, endamên saziyên sivîl, leşkerî û ewlehiyê tev li merasîma oxirkirina şervanê Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd Mehmûd Ebdullah Hisên bûn ku di 19`ê Kanûnê de şehîd bûbû. 

Di merasîmê de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê Qehraman Mihemed îşaret bi berxwedana malbata şehîd kir û got: "Malbatê gelek ciwanên xwe ji bo parastina welêt feda kirin. Birayê şehîd Rûdî û kurapê wî Eymen jî şehîd in.”

Endama Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) şaxê Dêrikê Nezha Seyfudîn jî soz da ku li ser rêya şehîdan berxwedanê mezin bikin.

Her wiha endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Şêrwan Hisên jî got: "Ji fedakirina welat û axê bihatir tiştek li ser rûyê erdê tune ye. Şehîd Mehmûd bi fedakariyên xwe di hişê me de nemir e."

Endamê Saziya Olî ya Dêrikê Ebdulselam Mihemed jî fedakariyên şehîdan silav kirin.

Piştî xwendina wesîqeya şehadetê ya şehîd, radestî malbatê hate kirin. Dûre girseya gel şehîd Mehmûd Hisên di nava tilîliyên dayikan de oxir kir.

(şx)

ANHA