Şehîd Macid El Eqre li Tebqayê hat oxirkirin

Xelkê kantona Tebqayê cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd Macid Ehmed El Eqre oxir kir û soza şopandina rêça şehîdan û parastina destkeftiyên wan da.

19 cotmeh, 2024   17:55
TEBQA

Xelkê Tebqa, nûnerên ji Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, deste û meclisên girêdayî wê, Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê, Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya û Meclisa Leşkerî ya Tebqayê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd Macid Ehmed El Qere oxir kir. Mecid Ehmed El Eqre di 18ʹê Cotmehê de li Hesekê şehîd bû.

Di merasîmê de hevserokê Desteya Hundirîn a Kantona Tebqayê Riyad El Walî sersaxî da malbata şehîd û got: "Em soza nû dikin ku em ê di parastina destkeftiyên şehîdan û bersivdana tevahî gefan de wefedar bin."

Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Mensûra Amine El Icil axivî û got: "Macid di oxira pêkanîna azadî û rûmetê de jiyana xwe da ser. Ji bo ciwanên bawerî bi doz û gelê xwe tînin mînak bû. Em ê li ser şopa wî bimeşin."

Serokê Meclisa Olî ya kantona Tebqa Ebdulmutelib Betran got: "Şehadet rûmeteke herî mezin e. Şehîdan bingeha şaristaniyê danî."

Di dawiyê de wesîqeya şehîd Macid Ehmed El Eqre hat xwendin û radestî malbatê hat kirin.

(fr)

 ANHA