Şehîd Elî Şêr bi merasîmekê heybet hat oxirkirin
Şervanê Hêzên Komandos ên QSD’ê şehîd Elî Şêr (Mihdî Mihê) ji aliyê sedan kesî ve li Pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan hat oxirkirin.
Şervanê Hêzên Komandos ên QSD’ê Elî Şêr (Mihdî Mihê) 15’ê Gulanê li Dêrazorê şehîd bibû, îro bi merasîmekê li Pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan hat oxirkirin. Bi sedan şêniyên bajarê Qamişlo, endamên saziyên sivîl, ewlehî û leşkerî bi bilindkirina wêneyên şehîd Elî Şêro beşdarî merasîmê bûn.
Merasîm bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Piştre endama Meclisa Malbatên Şehîdan Şemsîxan Gulo axivî. Şemsîxan Gulo di axaftina xwe de malbatên şehîdan silav kir û got, bi saya şehîdan gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di ewlehiyê de ye.
Şemsîxan Gulo di dawiya axaftina xwe de ji bo parastina destkeftiyan banga mezinkirina têkoşîn û xebata hevkar li gelê herêmê kir.
Di merasîmê de ji fermandarên QSD’ê Kawa Gulo jî sersaxî da malbata şehîd Elî Şêr û qala têkoşîna malbata wî ya parastina Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir.
Piştre endamê Kongreya Îslama Demokratîk Emar El Qadirî hin ayetên Quranê yên der barê nirxên şehadetê de xwendin. He wiha diyar kir ku di civakan de cihê şehîdan pîroz e û tu gotin nikare wesfê wan bide.
Piştî axaftinan wesîqeya şehîd Elî Şêr hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin.
Di dawiyê de girse cenazeyê şehîd Elî Şêr bi dirûşmên "Şehîd namirin" hat definkirin.
(bb)
ANHA