Alîkarî ber bi peravê ve hat şandin
Komeleya Mezopotamiya ya Alîkarî û Geşkirina bi hemahengiya Rêveberiya Xweer konvoyek alîkariyan ber bi herêmên peravê sûriyeyê ve şand.
Komeleya Mezopotamiya ya Alîkarî û Geşkirina bi hemahengiya Desteya Kar û Barên Civakî ya Xebatê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk konvoyek alîkariyan ber bi herêmên perava Sûriyeyê ve şand
Konvoye ji hezar û 500 paketên xurekekê pêk tê, ji bajarê Qamişloyê û Hesekê ber bi peravê ve kete rê.
Çav li rê ye ku konvoyên din dê ji kantonên derbikevin û li Reqayê kom bibin. Ji Reqayê dê ber bi peravê ve biçin. Alîkar dê li hewcedaran li peravê werin belavkirin.
Di navîna Adarê de însiyatîfên gel ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi hevkariya Heyva Sor a Kurd û Rêveberiya Xweser konvoya yekemîn a alîkariyê ji herêmên peravê re şandibû. Konveya ji 6 hezar paketên xwarinê, 2 hezar û 500 paketên pêdiviyên paqijkirinê û 350 ard pêk dihat gihîşt peravê û li xelkê wir hatin belavkirin.
12’ê Nîsanê, bi çavdêriya Rêveberiya Xweser û Heyva Sor a Kurd konveya duyemîn a alîkariyên mirovî ber peravê ve hatibû şandin. Konvo ku ji 11 hezar paketên xwarinê û 2 hezar û 500 paketên pêdiviyên paqijiyê pêk dihta ji aliyê desthilata Şamê ve hat astengkirin.
Di navbera 7-10’ê Adarê de li herêmên perava şerekî giran û komkujî hatin kirin. Li gorî daneyan di encamê de hezar û 161 kes hatin qetilkirin.
(bb)