Şehîd Bêrîtan di salvegera şehadeta xwe ya 33ˊyan de hate bibîranîn

Xelkê bajarê Hesekê şehîd Bêrîtan di salvegera şehadeta wê ya 33ˊyan de bi bîr anî û jiyanameya wê xwend.

Şehîd Bêrîtan di salvegera şehadeta xwe ya 33ˊyan de hate bibîranîn
Şehîd Bêrîtan di salvegera şehadeta xwe ya 33ˊyan de hate bibîranîn
Şehîd Bêrîtan di salvegera şehadeta xwe ya 33ˊyan de hate bibîranîn
Şehîd Bêrîtan di salvegera şehadeta xwe ya 33ˊyan de hate bibîranîn
Şehîd Bêrîtan di salvegera şehadeta xwe ya 33ˊyan de hate bibîranîn
Şehîd Bêrîtan di salvegera şehadeta xwe ya 33ˊyan de hate bibîranîn
Şehîd Bêrîtan di salvegera şehadeta xwe ya 33ˊyan de hate bibîranîn
16 cotmeh, 2025   16:30
HESEKÊ

Xelkê bajarê Hesekê yê kantona Cizîrê şehîd Bêrîtan (Gulnaz Karataş) di salvegera 33ˊyan a şehadeta wê de bi bîr anîn, jiyannameya wê û rêwîtiya wê ya têkoşînê xwend.

Di çalakiya ku li Şaredariya Gel a Hesekê hat lidarxistin de, nûnerên tevahî beşan, saziyên girêdayî şaredariyê amade bûn.

Di destpêka çalakiyê de jiyannameya şehîd Bêrîtan bi zimanê Kurd, ji hêla şêwirmend Cîhan Hesekê û bi zimanê Erebî ji hêla hevseroka şaredariyê Enod Deqûrî ve hat xwendin.

Di jiyannameyê de behsa qonaxên jiyana şehîd Bêrîtan hate kirin. Hat destnîşankirin ku şehîd Bêrîtan ji dibistana seretayî heta zanîngehê xwedî şexsiyetek xurt bû û li dijî "pergalên dîktatoriyê" têkoşîn kir, adatên kevneşop red kirin. Şehîd Bêrîtan gotibû, "dê bibe yek ji sembolên herî bilind ên jiyanek azad". Şehîd Bêrîtan pêşenga jinan bû û li tevahî Kurdistanê efsaneyek bû.

Ev civîn li ser bingeha pabendbûna Şaredariya Gel û saziyên girêdayî wê bi bîranîna sembolên têkoşînê û meşandina li ser rêça wan a têkoşînê ya ji bo azadî û civaka demokratîk, pêk hat.

ANHA