‘Şehîd Bêrîtan derseke li ser cesareta jinan da dijmin û xayinan’

Jinan diyar kir ku “şehîd Bêrîtan derseke li ser cesareta jinên Kurd da dagirker û xayînan” û got şehîd Bêrîtan bi çalakiya xwe têgeha jinên azad sepand.

‘Şehîd Bêrîtan derseke li ser cesareta jinan da dijmin û xayinan’
26 cotmeh, 2024   04:10
QAMIŞLO
RÊNAS REMO

 Jinan bi boneya salvegera 32ˈyan a çalakiya şehîd Bêrîtan (Gulnaz Karataş) e ku li hemberî xeta xiyanetê nêrînên xwe anîn ziman.

Meqbule Hisên anî ziman ku çalakiya şehîd Bêrîtan bandoreke mezin li ser gelê Kurd bi taybetî li ser jinên Kurd kir û got: "Bêrîtan teqez kir ku îradeya jinên azad ên  fikr û felsefeya Rêber Apo esas digirin, dikare astengî û zehmetiyan rakin."

Meqbule diyar kir ku şehîd Bêrîtan bi çalakiya xwe xeta xiyanet û ajantiyê ya ku heya roja me ya îro dewam dike aşkere kir. Meqebûle bal kişand ser tevkariya PDKˈê ya bi  êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Başûrê Kurdistanê re û wiha dom da axaftina xwe "Yên ku êrişî şehîd Bêrîtan kirin, ji ber kirin û tevkariya xwe ya bi dijminê gelê xwe re poşman bûn. Divê PDKˈê beriya dem derbas bibe di zûtirîn demê de dev ji kiryarên xwe berde. Dagirker wê alîkariya xayînên gelê xwe neke."

Meqbule diyar kir ku şehîd Bêrîtan dersên li ser sîfet û wêrekriya jinên Kurd da dijmin û destnîşan kir ku şehîd Bêrîtan îsbat kir ku jin ji bo xwe, gelê xwe û ji bo welatê xwe dikarin her tişî bikin.

Dayika gerîla Hêvîdar Tirbespiyê (Ala Xelef) a ku 10ˈê Mijdara 2021ˈan şehîd bûye, Xurma Elî anî ziman ku şehîd Bêrîtan mîraseyeke mezin ji jinan re hişt û got: "Şehîd Bêrîtan bi çalakiya xwe îsbat kir ku bawerî û îdeolojî ji hemû çekan bihêztir e. Her wiha îsbat kir ku mirov dikare bi fikr û felsefeya azadî doza xwe biparêze."

Xurma Elî îşaret pê kir xeta xiyanetê heya roja îro dewam dike û wiha pê de çû "Keç û xortên me bi destê kesên îdia dikin ku ji vî gelî ne, şehîd dibin. Mane Kurdistan a me hemûyan e, çima ji xeta xiyanetê venagerin? Li şûna em ji bo dijmin û dagirkeran şerê hev bin, erka me ye me Kurdistana xwe biparêzin."

Xurma anî ziman ku li hemberî xeta xiyanetê xeta berxwedan û fedîtiyê ya bi pêşengiya gerîlan, heye û ev tişt got "Şehadeta Bêrîtan bandoreke mezin li me kir. Gelek jinênciwan navê Bêrîtan rakirin. Heya niha navê Bêrîtan li zarokan tê kirin. Bêrîtan bû hêvî û ronahiya azadiyê."

(bb)

ANHA