Şehîd Andok Adil li Beyrûtê hat bibîranîn
Gerîlayê HPG′ê şehîhd Andok Adil li Lubnanê bi merasîmekê hat bibîranîn.
Gerîlayê HPG′ê Andok Adil (Remedan Bîlal), 20′ê Mijdara 2023′yan li herêma Zapê di êrişa dewleta Tirk a dagirker de şehîd bû.
Merasîmê bîranînê li hola Şalat Siwêş a li Beyrûtê bi beşdarbûna bi dehan Kurdên li Lubnanê, endamên Kongra Star û PYD′ê hat lidarxistin.
Di merasîmê de endamê PYD′ê Rêvan Cûdî, endamê Meclisa Ciwanan a PYD′ê Cîhad Selcûk û bi navê Kurdên li Lubnanê Selîm Mele axivîn.
Kesên axivîn sersaxî da malbata şehîd û got, fedakariyên şehîdan cihê serferziyê ye. Her wiha îşaret pê kir ku berxwedana gerîla ya li hemberî dagirkeran jêdera moraldayînê ye û got, dê têkoşînê berdewam bikin ta azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk were.
Piştî axaftinan wesîqeya şehadetê hat xwendin û radestî malbatê hat kirin.
Merasîm bi dirûşmên "Şehîd namirin" û "Berxwedan jiyan e" bi dawî bû.
(bb)
ANHA