Salvgera damezirandina PKK′ê li Şam û Beyrûtê hat pîrozkirin

Li Şam û Beyrûtê salvegera 45′an a damezirandina PKK′ê hat pîrozkirin.

27 mijdar 2023   23:11
ŞAM

Li taxa Zorava ya Şamê bi dehan kesî bi şahiyekê salvegera 45′an a damezirandina PKK′ê pîroz kir. 

Rêvebera Meclisa Taxa Zorava Berçem Yûsif, salvegera damezirandina PKK′ê li gelên azadîxwaz, gerîla û berxwedêrên di zindanan de pîroz kir û got: "PKK′ê ji bo gelê Kurd, ji bo mirovahî û ji bo jinên Kurdistanê û yên Rojhilata Navîn û tevahî cîhanê vejîneke nû ye. Tevahî rêzbazên qirkirin û koçberkirinê li dijî gelê Kurd hatin meşandin. Hebûn, ziman û nasnameya Kurdan dihatin înkirin. Lê Rêber Apo bi avakirina PKK′ê ya ku banga wekhevî û edaletê dike, li hemberî van siyasetan tê koşiya. PKK′ê ji bo gelê Kurd bûye hêvî.′′

Berçem Yûsif anî ziman ku PKK′ê rêxistina xwe berfireh kir, ji bo hişyarkirin û perwerdekirina gel kar dike.

Berçem bal kişand ser komployên li dijî PKK′ê û wiha domand: "Komploger dixwazin di kesayeta Abdullah Ocalan de PKK′ê tune bikin û gelê Kurd qir bikin."

Berçem Yûnis îşaret bi berxwedana li Kurdistanê kir û wiha pê de çû: "Li her çar parçeyên Kurdistanê (Bakur, Başûr, Rojhilat û Rojava), li çiyayê Kurdistanê berxwedaneke bêhempa li hemberî êriş û lîstokên dijmin tê meşandin. Dijmin dixwaze gel ji Rêbertî qut bike, ji ber dizane ku hebûna gelê Kurd bi fikrê Rêber Apo û berxwedana gerîla ve girêdayî ye. Tevgera me ya apoyî tevgera yekem e ku li hemberî pergala dewlet netewe disekine û ji bo azadî û demokrasiyê bê navber tê dikoşe. PKK partiya şehîdan e ku bi şehadeta Hakî Karer ava bû, bi hezaran kesî da ser şopa wî û di rêya azadiyê de şehîd bûn."

Piştre hejmareke hunermend stran gotin û xelekên govendê hatin gerandin.

BEYRÛT

Li paytexta Lubnan Beyrûtê jî şahiyek ji aliyê ciwanên PYD′ê ve hat lidarxistin. Bi dehan Kurdên li Lubnanê dimînin, endamên PYD û Kongra Star beşdarî şahiyê bûn. Hola şahiyê bi wêneyên Rêber Abdullah Ocalan û sembolên kurdî hat xemilandin.

Bi navê ciwanên PYD′ê Cîhad Selcûk axivî, salvegera damezirandina PKK′ê li rêveberên partiyê, gerîlayên HPG û YJA-Star, girtiyên siyasî, malbatên şehîdan û tevahî gelê Kurd pîroz kir.

Piştre koma Welatê Rojê ya stranan û koma Şehîd Rojînda a govendê hunerên xwe nîşan dan.

(bb)

ANHA