Seferberiya 23 rojan

Li hemberî êrişên ser Rojavayê Kurdistanê, gelê herêmê 23 roj in di nava serferberiyê de ye. Ji bilî bi sedan kesên ku ji parçeyên din ên Kurdistanê hatine û saziyên alîkariyê, xelkê Rojava bi dehan tabûrên parastinê ava kirin, nobedariya gund û bajaran dikin, destekê didin hêzên parastinê.

Seferberiya 23 rojan
9 sibat, 2026   11:45
QAMIŞLO

Hêzên hikumeta demkî ya Sûriyeyê û komên girêdayî dewleta Tirk, 6`ê Çileya 2026`an êrişî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê kirin. 17`ê Çileyê êrişî Dêr Hafir û Tebqayê, 18`ê Çileyê jî êrişî Reqayê kirin. Li gorî saziyên mafên mirovan û Heyva Sor a Kurd, ji ber êrişan zêdetirî 170 hezar kesan koçî bajarên Cizîrê kirin. Di êrişan de her wiha gelek kes hatin qetilkirin û birîndarkirin.

Li hemberî êrişan Rêveberiya Xweser 18`ê Çileyê seferberiya giştî ragihand û bang li hemû hêzên aştîxwazî, demokratîxwaz û azadîxwaz kirin ku helwest nîşan bidin.

Bi banga Rêveberiya Xweser re li Bakur, Başûr û Rojhilatê Kurdistanê, di serî de Ewropa li çar aliyên cîhanê Kurd û dostên wan daketin qadan. 23 roj in li van deveran bê navber xwepêşandanên xwedîderketina li Rojava didomin. Her roj li bajarên van welatan meş û xwepêşandan hene.

Yek ji bersivên herî girîng ên banga seferberiyê tevlîbûna ciwanên Kurd a ji bo refên berxwedanê bû. Rojên 18, 19 û 20`ê Çileyê bi sedan ciwan ji Başûr û Rojhilatê Kurdistanê kom bi kom derbasî Rojava bûn. Li Bakur jî bi dehan ciwanan têlên sînor derbas kirin û xwe gihandin eniyên berxwedanê.

Ji parçeyên din ên Kurdistan partiyên siyasî yên weke DEM Partî, YNK, Nifşê Nû, ji Ewropayê şandeyên parlementoyên Fransa û Swêsreyê, sazî û rêxistinên mafên mirovan hatin Rojava û desteka xwe nîşan dan. Bi sedan kamyonên alîkariyê hatin herêmê û bi rêya Heyva Sor a Kurd hatin belavkirin. Her wiha ji Başûr û Ewropayê komên bijîşk û hunermendan derbasî herêmê bûn.

ROJAVA HEMÛ LI SER PIYA YE

Li Rojava jî ji roja destpêkirina êrişan ve heta niha tevahiya pêkhate di nava seferberiyê de ne. Di vê çarçoveyê de ji Dêrik heta Girkê Legê, Çilaxa, Tirbespiyê, Qamişlo, Amûdê, Dirbêsiyê, Til Temir, Hesekê û Kobanê bi dehan komên parastinê yên sivîl hatin avakirin. Komên ku hejmara wan nehatiye eşkerekirin, di bin navê tabûrên parastinê de li gund, tax û bajaran nobedariya parastinê dikin.

Ji bilî komên parastinê li hemû bajaran jin, ciwan, pîr û kal rojane xwepêşandana li dar dixin, êvariyan jî li kêleka hêzên parastinê tevlî nobedariyê dibin.

Yên ku nikarin tevlî xebatên parastinê bibin jî ji bo pêşwazîkirina pêdiviyên wekî xwarin û vexwarin ên hêzên parastinê bi şev û roj kar dikin. Li her bajarekê xwarinên ku tên amadekirin, li eniyên parastinê tên belavkirin.

Li kêleka parastinê liv û tevgera ji bo desteka koçberan jî pir zêde ye. Zêdetirî 170 hezar koçber li xanî, dibistan, akademî û bexçeyên zarokan ên bajarên Qamişlo, Amûdê, Dirbêsiyê, Dêrik, Çilaxa, Girkê Legê û Tirbespiyê hatine bicihkirin. Bi pêşengiya Heyva Sor a Kurd hemû alîkariyên ku tên komkirin, ji aliyê ekîbên hatine avakirin ve li koçberan tên belavkirin. Ji bo vê yekê bi sedan dildar tevlî ekîbên Heyva Sor bûne.

(sb/a)

ANHA