Serokê Eniya Reformê Azer Mansurî li Îranê hate binçavkirin

Serokê Eniya Reformê Azer Mansurî li Îranê bi îdiya a”helwesta li dijî destûra bingehîn” hate binçavkirin.

Serokê Eniya Reformê Azer Mansurî li Îranê hate binçavkirin
9 sibat, 2026   11:29
 NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya di çapemeniya Îranê de hatiye parvekirin; rayedaran bi îdiaya “helwesta li dijî destûra bingehîn” der heqê Mansurî de lêpirsîn daye destpêkirin û di vê çarçoveyê de hatiye binçavkirin. 

Artêşa Muhafizên Şoreşê, Serokê Komîteya Siyasî ya Eniya Reformê Îbrahîm Asgerzade û ji endamên esil ê eniyê Muhsen Emînzade jî ji heman dosyayê binçav kir. Rayedaran, îdiaya “xebatên li dijî destûra bingehîn û propagandaya dijmin” weke hinceta binçavkirinê nîşan dan.

Azer Mansurî, piştî îstîfaya lîderê Eniya Reformê Behzad Nebevî bûbû serokê giştî yê eniyê.